Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ciwanmerd kulek] de;

33. tekamûla wî ya bikaranîna kurdî ya vê mêrxasî hîn jî didome. di wergera xwe ya "li çiyayên andê" de ji bo dema bê yekser "ê" tenê bi kar aniye, di yên din de tiştekî wisa tune bû. aliyê din bikaranîna wî ya "di ... de" ya di cihên xelet de di vê romanê de gelek kêm bûye yan jî ji ber mijara honakê min guh neda. ew çi bû di çîrokên dubliniyan û serencama mirinekê de min ji xwendinê sar kiribû xwedê jê razî û bela wî min demeke dirêj devê pirtûkan venekir. lê bi wergera xwe ya li çiyayên andê ya ji ser sedî 95 puanî, nêrîna min a bo wî gelek guherî hela bi pêşgotina xwe ya wergera bi navê xewn û xeyal re tew min ew hez kir berovajiya demên raborî. hingî ew di wê pêşgotinê de gotiye, xeyala min xemiland, xwedê bike û hez ke ku tu gelek gelek wergerên din hilberîne yên serkeftî yên neyê jibîrkirin.



10.12.2017 12:55 ~12:55 | biruya hayao miyazaki

24. min dest pê wergera wî ya çîrokên dubliniyan kir; beriya wê jî min ji destê wî wergera serenacama mirinekê xwendibû. û encam:



ev xort daçeka "di... de" nizane bikarbîne! hema her tim şaş e. erê kurmanciya min ne baş e û di serî de min jî çewt bi kar dianî lê belê tu pîşeya wergerî li xwe kiriye, ma ecêb , yekî jî nedîtîye ku rabe bibêje keko hevokekê wilo di kurdî de tu carî nayê ava kirin:



(...)gelê îrlandê "di mirêka wî ya xweşik hatî biriqandin de baş li xwe binêre."



wekî mînak divêt wiha bibûya:

---di mirêka wî de ya ku xweşik hatî biriqandin---



lêker nikare têkeve nav daçeka "di ... de"/ "ji ... re"/hwd.



çewtiyên wilo dilê min ji pirtûkê sar kir. ya baş ev bû ku min pêşgotina wî hez kiribû, çi xweş qala fikarên balkêş kiribû. ku ew jî nîqaşkirina nivîsandina kurdiyê bû, meriv digihişt vê encamê, gelo kurd bi rastî jî mecbûr in, di van şertan de kurdî binivîsînin. (digot, zimanê me paşmayî ye ji ber sedemên siyasî û kurd jî bi zimanê fermî yên wî dewletî perwerde dibe bla bla bla.)



ew zimanê wan a dayikê asta zanebûna wî kurdê ku (bi mecbûrî) bi tirkî/hwd xwe peş xistiye, têrî vegotinê nake.



li ser vê, dixwaze viya bibêje: gelo wê çaxê james joyce roman û çîrokên xwe ne bi îngilîzî lê bi zimanê îrlandî biberhemanda, car din wekî mînak çîrokên dubliniyan dê baş bibûya? (j.j. di nameyên xwe de qala gelê xwe dike û xuya ye neteweya xwe hez dike, lo gorî gotina c. kulekî.)



26.06.2016 00:31 ~00:42 | biruya hayao miyazaki