Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tulpa] de;

1. têgihekî tîbetî ye. piştî medîtasyonên bilind lê gelek gelek bilind, bi navê tulpa heyberekî fikrî derdikeve û heke ew kes li ser wê bi xweşî bişuxle, ew heyber dibe candarekî bi can û xwîn... * heke kes medîtasyona xwe sis bike, heyber jî ji holê radibe. cara ewil di lîseyê de min ji dezgehekî pirtûkan pirtûkekî kirîbû. di nav pirtûkê de gelek canewirên xof û wehşî dihatin sêwirandin, tulpa jî yek ji wan bû û wê çaxê gelek caran di xeyalên min de cih girtibûn van tulpayan û min digot gelo ez dikarim. (nikarim, bi ceribên xwe min dît asdfghj*)

her wiha bira ev mijar jî bi supernatural girê bibe: di beşekî wî ya sezona ewil de, du nêçirvanên amator ên xeyaletan diherin wêneya malekî terkandî têdixin malperên xwe û bi saya fikr û tirsên serdanên hezaran bikarhênerên wî malperî, di wê malê de tulpayeke derdikeve holê û bûyer bi vê riyê berfireh dibe...



01.10.2018 14:17 ~14:17 | biruya hayao miyazaki