Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mirî] de;

3. wekî biwêj ew mirov e ku ji tiştekî pir hez dike. maneya heyraniyekê mezin dide.

filankeso miriyê hûr û rêviyan e. -ji hûr û rêviyan pir hez dike.
xwedêjêrazî miriya pirtûkan e -ji pirtûkan pir hez dike.
ez miriyê wê me. -ji wê pir hez dikim/heyranê wê me.

wekî lêker mirin jî tê bikaranîn:

ez li ser pirtûkan dimirim.
ew hingî ji xêzandinê hez dike, li ser qelem û kaxidan dimire.

kengî peyva pirtûkhez bibînim ev mirî tê bîra min. mijara bi tirkî fikirîn û bi kurdî gotin tam ji bo vê rewşê ye ku ji kitapsever-ê hatiye wergerandin. li aliyê din meraqan dikim gelo mirov vê peyva pirtûkhez çawa bi lêv dikin. ez bêyî hemdê xwe her tim bi h-ya kurdî dixwînim lê divê h-ya erebî (ḧ) be ya ku di hesen û huseyn de jî heye. lê nizanim, çima mirî nayê bikaranîn.



15.05.2021 12:50 ~12:56 | biruya hayao miyazaki