Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [israrkirina axaftin/nivîsandina bi kurdî] de;

5. her tim ne xweş e. ji ber ku min kurdî baş nedizanî, di zanîngehê de salkê kerba rojnivîska xwe nenivîsîbûm. min gotibû, madem nikarim bi tehma devê xwe kurdî binivîsînim, wê çaxê ez ê tirkî jî nenivîsînim. niha gelkî poşman im. Ji ber ku di nav rojnivîska min de ew sal tune ye. çi heyf.

her wiha, min heman tişt di nivîsandina çîrokan de jî kir, di xwendina romanan de jî... û gû xwar. qabiliyet hebe, wext hebe, derfet hebe hwd divê em bi kîjan zimanî be, binivîsînin, bixwînin û bikin. lê helbet bi israr zimanê xwe jî pêşve bibin.

mîsal, niha ez ketime bahoza romanên honaka zanistî mîna avê vedixwim. heke min bi israrî bigotaya, na ez ê kurdî bixwînim û xwe bidaya romanên heyî yên kurdî yên der-honaka zanistî, min ê tu kêf nestendibaya û ev israr dê xwesteka min a mezin bêbersiv bihişaya û biavêta piştî 10 salê wekî niha!

her tişt di wextê xwe de xweş in.



01.12.2019 18:40 ~18:41 | biruya hayao miyazaki