Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zayendperestî] de;

3. di civatên femînîst an alîgirên wekheviyê de xeberên bi nihandinê têkildar in, yekser tê redkirin û bikaranîna wan tên qedexekirin. çima?

pergala bavûkalan hebûna xwe li ser mêraniyê ava dike. mêr ji aliyê du tiştan ve ji jinan mezin û bilind tê dîtin: 1. bi gelemperiyek mezin, bedena wî ya xurt, bimasûlke yê ku bi saya van taybetiyan dikare karên giran bike. 2- nihandin an jî dol. Ev heman carê pîrozkirinek e. ji ber ku bi saya dola mêr pergala bavûkalan derfeta jinûve-avabûnê dibîne. li vir helbet ne hemû dol, dolên "navlêkirî" pîroz in, yên derzewac du tişt rê dide: a. bêehlaqiya jin b. qeweta mêr, ne qasî jin lê dîsa piçek be jî bêehlaqî ji bo mêr jî dibe pirsgirêkek. ji ber ku nihandin li ber çavên wan, ji aliyê dol ve çiqas pîroz be, ji aliyê kêfkirinê ve hewqas bêehlaqî û guneh e. û jin ji xêncî zarokanînê heke seks bike, ev nîşana zeîfbûniya ruhê wê ye jî. dema ev bibe nûçeyek ber çavan, kirdeya sûcdar û gunehkar jin dibe, mêr bi birînên ku qasî ser-derzî ne, xwe ji zerar û zehmetiyê rizgar dike, lê civat bi şûjinên doşekan dikevine pey jinan. çima jin? ji ber ku nihandin taybetiya mêr e. ev nîmeta bedena wî ya bimasûlke ye. ji xwe jin ji ber ne xwedî kîr e, tê biçûkxistin. kesên nikarin binihîne jî kêm û zeîf in. ferhenga wan de hev-nihandin tune ye. ev ne çalakî an kirinek hevkariyê ye. heke yekî bo nihandinê misade bide mêrek, ew yekser zeîfiya wê/wî ye, ji ber ku heke kariba binihîne wê tiştek wiha derneketa. (li vir meseleya homofobî jî dertê, li peyama berê binêre)

yanî çi ye? civat, bi xweşî û nebaşiyê civata me ye. tiştên xweş ne yên minaqeşeyê ye lê yên nebaş divê bêne berdan. xeberên nihandinê jî tê de. (nikarim bibêjim sedî sed disepînim. lê hema xîret dikim.)



14.05.2020 12:42 ~12:48 | biruya hayao miyazaki

2. di jiyanê de qadên ku mirov tê de hene, her tim tê dîtin. biçûkxistina jinan di vê tevgerê de ya herî berbelav e û mixabin ji aliyê gel û dîn ve tê piştgirîdayîn. wekî edetî bi ya wan mêr ji jin çêtir e û ji ber wê jî mafên mêran ji yên jinan pirtir û berfirehtir e. ev fikr û tevger pişta xwe dide xurtbûna bedenî ya mêran. asêkirina li ber xwendina keçan, xeter û xeletdîtina bîbûnê, keçdayîna edetî û hwd yek ji tevgerên zayendperestiyê ne. di nav kurdan de veşartî an vekirî pir caran tê dîtin. femînîzm bi her cureyê xwe re yekser li hemberî vê fikrê tê dikoşe.

her wiha çavkaniya homofobi jî zayendperestî ye. bi ya wan mêr divê wekî zayenda civakî tev bide, heke vê formûla hînbûyî nesepîne û mîna jinan tev bide, yekser dibe qûnde. ji ber ku jinbûn tiştekî kêmasî, pêneketî û nexweşik e, kesên hevzayendxwaz navê mêraniyê bi jinaniyê pîs û 'edim dike.

edîta rastnivîsê.



12.12.2019 18:10 ~2020.05.14 12:58 | biruya hayao miyazaki