Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zanistîya bi kurdî] de;

2. sernivîs kitêba edip polat a bi navê bilim dilinde kurtler aniye bîra min. kitêb piranî li ser navlêkirinên botanîk û yên din kiriye mijara xwe û qala talûke û astengiyên li ser navlêkirinên kurdî bo tiştên nû yên zanistiyê kiriye.

me got botanîk, bila li vir be:
(bnr: ferhenga navên nebatan)
(bnr: ferhenga riwekên bi kurdî)
her wiha: ferheng/114956

çend sal berê çend dilxwaz hatibûn ber hev û du kovarên jev cuda belav dikirin li ser torê: kovara zanko û kovara parzemîn. di nav kovargeriya kurdî de hilmên wan mîna oqsîjenên ser çiya û nav daristanan teze bûn. min bi kêfxweşî dişopandin lê jiyanên wan jî wekî piraniya kovarên kurdî bi demeke kurt bi dawî bûn.

her wiha di van rojan de di gelek cihan de ev kitêba matematîkê ya bi navê "kitêba arîfmetîkaê" tê peyivîn:
Here lînkê

hişyarî: xeletî di sernivîsê de heye: (bnr: î ya berî y yê)



22.02.2020 17:28 ~20:25 | biruya hayao miyazaki