1. Di lîseyê de wekî piraniya zarokên nekamil, kêfa min jî ji matematîkê nedihat, bi ser de min jê nefret dikir û di azmûnan de timî sifir û yek distendin. lê di sinifa deha de mamosteyê me, ji bo sparteka heyamê mijara logaritmayê dabû min. wê demê min sond xwaribû, ez ê ji vê spartekê puaneke bilind bistînim. bi vê cîdiyetê min kona xwe danîbû pirtûkxaneyê û li ser vê mijarê vekolandibû. tiştê pêşîn ê bala min kişandibû, ev bû: heke hûn dixwazin meşên kevokan hesab bikin dikarin sûdê ji formulên logarîtmayê bigirin.têkiliya kevok û logarîtmayê çi kêfa min anîbû. lê berevajiya hebûna kevokan. ji ber ku kêfa min tu carî van heywanên reben nehat, min ditirsînin û bav û birayên min jî şivanê kevokan in, şer û xeber û gazînên wan ên bo kevokan her tim bêhna min teng kiribûn. her wiha, qey ji ber logarîtmaya razber û kevokên şênber di hişê min de ahangiyeke ava kiriye ku ez bûbûm heyranê wê û min sparteka xwe jî pir xweş çêkiribû. di pêşkêşiya li ber textê kêfeke mezin dabû mamoste û helbet xwebaweriya min jî zêde kiribû. pir baş nayê bîra min lê 85 90 tiştekî wiha bû ku ji bo xwendekarekî 20 û 25an ev şoreşekê bêhempa û nedîtî bû û tu carî ev mijar hişê min derneket. bi saya wê polînom û fonksiyon û yên din jî di hişê min de cih girtbûn. lê tevî vê bîranîn û ceriba xweş û bêhempa di hemû jiyana min a lîseyê bi kerba matematîkê derbas bû, heke em geometrîyê wekî meb-ê jê veqetînin. |
|
21.04.2020 00:23 ~00:36 |
biruya hayao miyazaki
|