Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rome] de;

2. min çend hefte berê temaşe kir. rêzefîlm demeke dirêj vedibêje, mirov dixape ku dibêje qey tenê li ser sezar e lê na. honaka wê gelek xweş e lê berevajiya berfirehbûna demê, çîrok -bi xususî di sezona duda de- hêdî ye. lê avakirina lehengan, têkiliyên wan ên hevûdin bihêz e. sehneyên erotîk, di hinin cihan de ne erotîk, rasterast pornografîk bû. rêzefîlm ne rêzefîlmeke şerê ye, li ser entrîkayan ava bûye.

ji bo min tê de du leheng hene. ya duda pullo ye. ya pêşîn û hetahetayê bozikê min e:

zilamekî mîna lucius vorenus dixwazim. hew.

Here lînkê



21.04.2020 01:05 ~01:14 | biruya hayao miyazaki