Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [long way north] de;

2. ji bo kurdiya wê min ev hilbijart: rêwîtî ber bi bakur ve.

zimanê fransî bandoreke efsûnî dide anîmasyonan. yek ji delîla vê îdiayê ev fîlm e.

kêfa min ji lehengên keç/jin tên. belkî jî ev ji ber îdealîzma min a wekheviya zayendan dertê, min pir li ser wê nefikirî lê çîroka lehengên keç/jin dema bi xêz û rengan tênê vegotin, ev utopyaya nav hişê min tetmîn dike û bextewariyeke mezin dide min: cîhanekê edil.

sasha 15 salî ye, lê êdî ketiye wî emrî ku divê ji xwe re yekî bibîne. lê ne ferdekî serbest e, wekî di hemû rojhilatê de. (erê rûsya jî li wir e) bapîrê wê keştîvanekî mezin e, bi keştiyeke hûtemezin ketiye ser pelên deryayan bo ku bigihêje cemserê bakur. lê piştre winda dibe, dibêjin miriye. sasha li hemberî devjiberdanên dewlet û malbata xwe, zarokatiyê dike û li ser şopa wî dikeve rê.

ev çîrok, çîrokekê wêrekiyê ye, lê wêrekiyekê zarokî.

dema leheng rûs be û bi ser de li moskovayê be, tiştê tê bîra mirov, teqez serma ye, berf e. heke piçekî din zorê bidin, hirç e. bawer im niha hema nebû tirşikvanek dikare piştevaniya min bike. û derhênerê vê fîlmê jî heman tiştê fikiriye ku rengên xwe ji tonên sar hilbijartiye. ji serî heta dawî rengên fîlmê atmosfera cemedê dide temaşevanan.

afîşa fîlm wiha bu kurdî:
Here lînkê



02.05.2020 19:56 ~20:01 | biruya hayao miyazaki