Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nusayrî] de;

1. civatek dînî ye di nav ereban de. wekî tê zanîn malbata beşar esad girêdayî vê civatê ye. li tirkiyeyê li hatayê, piranî jî li samandagi û entaqyayê meskûn in. gelekên wan berevajî erebên sunî chp-yî ne, mîna elewiyan. ew bi xwe wekî elewî, elewiyên ereb bi nav dikin. dînê wan piçekî tevlihev e, narin mizgeftê. rojî û nimêjên wan cuda ye. hemû cejnên dînên semawî pîroz dikin û cejnên wan ên taybet jî hene. qîmetê didin quran û mihemed pêxember lê di halê hazir de qasî îsa pêxember û musa pêxember, ne zêdetir. loma sunî wan ji misilmanan nahesibînin. ji xwe heke ne şaş bim, pirtûka wan a pîroz jî heye yan jî hene... pir ne pêbawer im çend heb in. ji ber wê ye ku ji suniyan zêdetir nêzîkî xirîstiyanên ereb in.

flortekî min nusayrî hebû û wî ji min re gotibû, wê dayika min qebûl bike bi mêrekî kurd ê sekuler/laîk bim lê wê nexwaze bi keçikek sunî bizewicim.* ji xwe tiştên ku di derheqê wan de dizanim, wî gotibû lê wî ev jî zêde kiribû, di normalê de bawermendek nusayrî tu carî ji kesên derveyî civata xwe re derheqê xwe û dînê xwe agahî nade, dînek veşartî ye. lê komunîstek temam bû, ateîstek radîkal* bû. ji baweriyên civata xwe re digot efsane û mîtolojî. ji ber van gotinên wî ez xeyîdîbûm, bertek dabûm wî. carekî ji min re bi henekî gotibû kuro zimanê erebî zimanê kurdî têxistiye bin têsîra xwe, zimanê me ji ya we mezin e. min jî gotibû kuro pozbilind, kê got tenê zimanê te ye, di heman demê de zimanê min e, zimanê xwedayê min e. ji xwe li wir muhafazakariya min derketibû hole.*

dengê xwe dida hdpê û digot fedî dikim ku gelê min dengên xwe didin partiyên din, hele hele chp. ji ber ku ji xêncî hdp tu partiyên din di derheqê mafên wan de napeyive. êdî nizanim lê hilbijartina dawî de ji samandagiyê rêjeyek pir bilind deng derketibû bo hdpê.

dema bo gerê çûbûm ba wî entaqyayê hemû qesabên/dikanên goştfiroş rê min dabû, di camekanên xwe de gunikên beranan daliqandibûn. hevalê min gotibû ku ev nîşaneya nusayrîbûnê ye. sunî ji wan, ew ji suniyan goşt nakirin. ji xwe sunî wan ji misilmanan nahesibînin, ê goştê ku wan jêkirine jî nabe helal... ecêb e. ez çûm û min tepsî kebabi-yek ji wan xwar. pir xweş bû.

dilê min pir êşandibû. hingî, 5 6 mehan nikarîbûm tenê bimînim. lê ev ne mijara me ye.



10.05.2020 00:34 ~02:46 | biruya hayao miyazaki