Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rêbera rastnivîsê ya tirşikê] de;

2. bêrê:
rêbera rastnivîsînê/117084
rêbera rastnivîsînê/117329

pêşnîyazek dilpak e lê belê ji serê xwe zêdetir e. rêbera rastnivîsînê ya komxebata kurmanciyê ya weqfa mezopotamyayê ji cerbibandinek zêdetir ne tiştekî ye. loma, nabe ku em zimanê xwe bikin qûrbana ceribandinekê.

li ser wê rexneyên tûj hene. rêbazên wan bûye gumanbar. îdîayên giran ser zanyarîbûna biryarên wan hene, wekî rêbera rastnivîsînê ne zanyarî ye lê şexsî ye. bi ser de rêbera rastnivîsînê copy paste-a rêbera rastnivîsînê ya mistefa aydogan e. kêm tişt hatiye guhertin. îdîaya din jî ev e: komxebat tu carî nebûye komxebat, bi ferzkirin, bi hevaltî û hevgirtiyê kêf û biryarên yekî ji beşdarên din re dane qebûlkirin. heta ku komxebat ranebe û bersivên van îdîayan nede, li ber çavên min reş e.

loma rêberê me celadet alî bedirxan e. ekola hawarê ye. ya nûdemê, ya avesta û nûbiharê ye yên ku heta niha bi standardek hevgirtî bi kar dianîn.

mistefe aydogan ne rêberê min e. li qisûra min nenêrin. île hûn ji malbata wan rêberek dixwazin îbrahîm seydo aydogan bigirin rêbera rastnivîsînê/117655 ku zanyarek 24 eyar e û şînokê peyvok e.*



14.05.2020 10:31 ~10:33 | biruya hayao miyazaki