Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [brave] de;

4. di nav gerokên çetela chromiumê de ya herî pir pesna wê tê dayîn ew e, di mijara nihêniyê de. her wiha him belaş e û him jî çavkaniya azad e. rêbaza nîşandana reklaman hema hema xweş e: ew ji te re reklam dişîne. heke tu bixwaze pê li reklamê dike û di rûgerekê* din de vedike. lê heke tu naxwazî, guh nadî agahdariya reklamê. her wiha bi uphold-ê peymankirî ye û heke tu nasnameya xwe piştrast bike, serê nîşandana reklaman pere dide te. lê belê bawer im pênç salan rojê 5 reklaman binêrî, tu dikarî hinin pere bi dest bixî. yanî ne riya zengînbûnê ye.* wekî şexsî, nikarim wê hez bikim jbk bi rastî jî pir dişibe chrome. yanî hîç serê xwe li ser xuyangê neêşandine mîna vivaldiyê. yanî heke tu dixwazî geroka xwe ya brave kesane bike, mecbûr î here dikana tevnê ya chrome-ê. û hemû pêvek ji aliyê kesên sêyemîn tên bapêçkirin û hemû bi kiloran* tên. ê de were xwe ji kilorên xerabkar biparêze. li vir ji bo kesanekirinê vivaldiyê çêtir dibînim û ji bo pêvekan jî ji sedî 75 firefox. (ji ber ku pêvekên wê tenê ji bo wê tên çêkirin an jî tên adaptekirin. dîsa mirov divê bala xwe bide mafên ku kilor ji we dixwazin.) lê bo pêvekan vivaldi çêtirtirîn e. ji ber ku mêrik gerokekê çêkirine ku hemû pêdiviyên te tê de wekî cihgirtî* ne.

tiştê ku hêcanê dide min motora lêgerînê ya brave e: brave search. hîn di asta betayê de ye. lê belê -heke karê min hebe- hema her roj du sê caran pê digerim. duckduckgo can e. lê belê ji hêla têkildariyê de mixabin nebaş e. ka hêviya min ew e. nebû startpage is here.



01.07.2021 16:22 ~16:33 | biruya hayao miyazaki