Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kanala filmên bi kurdî ya telegramê] de;

3. qudretek e.

erê torrent jî nîmetek e. lê ji bo temaşekirina fîlmekî divê du sê kar bê kirin: daxistina fîlm, daxistina jêrenivîs, kontrola ahengiya vîdeo û jêrenivîs... ji bo kesên dizanin van tiştan edetî ne, tew ne ya qalkirinê ye jî. lê ji bo kesên din ên ku berê tu carî serê xwe bo van tiştan neêşandine, zehmet e.

telegram di vê girekê de digihêje hawara wan kesan. ji ber ku bêyî daxistinê fîlma ku hatiye wergerandin dide xizmeta her kesî bi jêrenivîsan. ha heke hûn bixwazin dikarin fîlman daxin jî. koleksiyoneriya fîlmên bi kurdî edetekî nû ye. *

ji bîr nekin! sepana sermasê ya telegramê jî heye. yanî hûn dikarin telegramê li ser kombersa xwe saz bikin û fîlmên xwe li dîmenderekê fireh de temaşe bikin.



02.05.2020 15:55 ~16:01 | biruya hayao miyazaki