Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [common voice] de;

5. projeyekê xweş e. ez bi xwe tenê ji aliyê guhdarkirinê tevlî dibim û ji salê çûyî vir ve min qiyametek hevok nirxandine - temam belkî komek hevok bin.* di nav axiveran de ez heyranê yên torî me. (em bi hurmetî bi bîr bînin: torî/93287) auraya wan geh jin geh mêr pir xweş e. belkî wê kenê we bê lê dema rastî wan têm rasterast atmosfera the godfather ava dibe di nav çend keliyan de.* hişk in lê nizanim tehmek xweş e yanî. werhasil. baş e ku îhtimala aksanan jî hatiye hewandin an na gelek klîbên toriyan dê bihatana avêtin ji seba a kirina wan a e-yan. hwd.

dixwazim hinin axiveran jî rexne bikim. hingî hêdî dixwînin xewa min tê. ez di her rûniştinê de qasî 50 klîbên dengî dinirxînim mîsal çayekê vexwim an cixarekê bikişînim an jî di rêwitiyên min ên otobusê de. û mixabin ew hevalên xew ji dev û lêvan wan difure, adeta min a nirxandinê pûç dikin. ez têm klîba siyan dibêjim, temam bes e. tê bêje bi darê zorê dixwînin. mîna gavên kûsî. qurban heyran, hema yekser bixwînin. (heke krîterekê xwendinê di vê xalê de hebe jkx binivîsinin)

tam di vê noqteyê de axiverek heye ku bala min kişand, nikare dengê ê-yan (ka em bibêjin 'bi xweşî') bi lêv bike (feqet ji xêncî dengê ê xweş dixwîne) do koma ku vê projeya kurdî dimeşînin tevlî weşana rûdawê bûne û berdevkê wê komê ye yê ku nikare dengê ê derxe. îja kengî na dikim heyfa min bi kar û xebat û keda wî dişewite. lê mixabin mecbûr dimînim bibêjim na. ji ber ku mîsal "êvarê ew ê bê malê" bi wî dibe "evare ew e be male". û ev jî heye ku ev heval kîte bi kîte dixwîne û pir hêdî ye :/

niha min lê neriya tevahiya bilêvkirinan 73 saet girtine û kom ji xwe re 100 saet kiriye bendav. hêvîdar im wê bibe lê mixabin wekî her karî di vê meselê de jî xwendeyên me yên di qada medyaya civakî de civîne hema bêxîretî dikin. (ew ajimêrên mezin ên twitter ên ku hema pesna zimanê kurdî didin di vê kampanyayê de hema tune ne. hemû tembel û jênehatî ne ku tevlî hilberînê bin.) helbet mirov ne mecbûr e dengê xwe bibexşîne û mirov dikare piştre hemû beşdariyên xwe yên axaftinan jê bibe jî lê nirxandina klîban bi min mîna lîstikek e pir kêf jê distînim. xêra wê mewdeya rêwitiyên min kin dibe ku fêm nakim ka çawa bi dawî dibin.

xwezî beşdariya jinan bêhtir bibaya. dengê jinan kubartir e wele.*

nîşe:
firefox-a mozilla-yê ya mobîl kurdî ye (her çiqas wergera wê neçe kêfa min jî bi kar tînim) lê ya sermaseyê ne kurdî ye. çima? carinan dibêjim ev mozilla hîn geroka xwe nekiriye kurdî, îja ev çi meseleya axaftinê ye?! hîn ez xêr ji geroka wê nabînim.



11.09.2022 12:29 ~12:38 | biruya hayao miyazaki