Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [filîpînî] de;

2. di esasê de bingeha vî zimanî zimanê tagalog e ku di nav malbata awistronezyayê tên bicihkirin. sebebên wê nizanim lê di 1972 an de navê tagalogê ji qanûnê hatiye derxistin û li şûna wê fîlîpîno hatiye nivîsandin lê heman tişt in. gelek li bin bandora spanî û îngîlîzî maye. ji xwe ya duda jî zimanê fermî ye. min cara ewil di rêzefîlma gaya sa pelikula (like in the movie) de ev ziman bihîst. ew ê kengî îngîlîzî û kengî fîlîpînî bipeyivin, mirov nikare texmîn bike; di heman hevokê de nîvê gotin fîlîpînî nîvê wê jî îngîlîzî dibe. r-ya req tê de zêde ye, lê ji aliyê bilêvkirinê ve aksana îngîlîzî jî xwe dide hîskirin. her wiha xuya ye, fîlîpînî jî ji aliyê gelê xwe ve pir baş nayê zanîn ku dema qehremanê rêzefîlmê -Karl Frederick bi herikbarî bi fîlîpînî dipeyive, qehremanekê din bi heyranî dibeje "tu bi tagalogî çi xweş dipeyivî!" û heman qehreman ji yên din bêtir bi zimanê xwe dipeyive, mirov dikare bîr bîne ku ev bi zanebûyî wiha hatiye kirin.



09.05.2021 10:21 ~10:23 | biruya hayao miyazaki