Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [end-to-end encryption] de;

1. ji serî heta dawî şîfrekirina agahiyan/daneyan e yên di navbera herî kêm du kirdeyan de pêk tên, mîsal agahiyên du xwediyên e-peyam -naverok tê de- yan jî peyamên instant ên sepanan wekî signal, whatsapp an jî telegramê. di du sepanên pêşîn de sedî sed şîfrekirin heye lê di telegramê de qismî ye ku heke hûn şîfrekirinê bixwazin divê serên xwe hinekî pê bieşînin ku telegram ji ber vê tê rexnekirin. hûn çi bişînin, bar bikin telegramê, her tişt di rajekarên wan de tê girtin. ops!

bo prosedurê min wiha li bin sernavê îngîlîzî pênase kir lê di rastiyê de ji bo şîfrekirina ser bi ser hatiye pêşniyazkirin. ji ber ku min li derekê din nedît, min nexwest yekser li tirşikê bi kar bînim. li vir bi min yekser divê di nav kurdiya wê de peyva heta-yê were bikaranîn.



14.05.2021 17:59 ~18:20 | biruya hayao miyazaki