Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [foundation] de;

2. rêzefîlma ku bingeha xwe daniye ser rêzeromana foundation-a isaac asimov lê ji aliya honakê ve gelek jê dûr ketiye, hewqas ku wekî miriyê vê rêzeromanê dikarim bibêjim ku senarîst bi vê rêzefîlmê berhemekê cuda û heta derecekê serkeftî derxistine pêş me. lê dikarim bi dilrehetî bibêjim, bawer nakim ku yên pirtûk nexwendine jê tehmekê xweş bistîne, ji ber ku honak pir tevlihev e û li ser kronolojiyekê demdirêj ava bûye.

ji aliyê dîmenê ve xweş e feqet dîroka sînemayê di mijara honaka zanistî ve mazûbaniya dîmenên jê xweştir kiriye. loma nikarim/ne pêdivî ye ku pesnên wê bidim.

min lîstikvaniya wê jinê hez nekir a ku salvor hardin lîstiye/nimandiye. (di romanê de mêr e.) her wiha gaal jî...

ez ê li benda sezona duyem bim.

nîşe: tê bîra min, li bin vê mijarê qasî du sal berê, min qala romana pêşîn a vê rêzeromanê peyamek nivîsandibû. lê belê xuya ye, bi tevlîkirina rûpela fîlmê ew winda bûye.



11.12.2021 19:03 ~19:11 | biruya hayao miyazaki