Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çavên gurgî] de;

1. roman bi nêrînekê neteweperestiya romantîk hatiye nivîsandin û bêyî li ser wan hûr bibe mijara qaçaxçiyê û sebebên wê, têkiliya desthilatdar û gundiyên kurd vedibêje. lehengên wan bêyî kurahî hatiye avakirin, tu yê bibêjî ku lehengên romanê ne qaçaxçî lê şoreşger in. xort û pîr, jin û mêr hemû tu bibêjin sibê heta êvarî bi kurdiya akademîk mijûl in hewqas rûbarî dipeyivin.* kêfa min romanên bi vî rengî rûbarî nayê. ji ber ku ji aliyê wêjeyî ve tu endîşe û krîterên min ên estetîkê têr nakin. ev aliyekî ji aliyê îdeolojiyê ve jî kêm û tenik e. ku bifikirin meseleya qaçaxçîtî birînekê kûr e. her wiha divê vê jî bibêjim, di dawiya pirtûkê de di beşekê de giriyê min hat û min hêsirin rijandin.*

wergera wê tehl bû, xwe nedida xwendin (temam ne qasî serencama mirinekê ya ciwanmerd kulek e*). berpirsyarên redaksiyona pirtûkê qey berhema wergêr nexwendiye, hema hemû çewtiyên nivîsa dawî ya wergêr wek xwe mane, hewqas ku li ser berga romanê şaşitiyekê nivîsê heye. di navê nivîskêr wekî bazıdî hatiye hiştin. dema xwendinê, piştî radeyekê mirov dibêje, ê de bes law îja ev çi çewtî ne...

ayrinti yayinlari çawa vê romanê daye wergerandin nizanim, ji ber ku wekî tê zanîn mêrik li ser xeta sosyalîzmê dimeşin lê roman bi neteweperestiya kurdî hatiye nivîsîn û di hinin cihan de ne dewlet lê xelkê tirk hatiye "rexnekirin". bawer im, ji yavuz ekinci re -yê edîtorê rêzê ye- gotine kurdek li yewnanistanê heye ku romanên xwe bi yewnanî dinivîsîne û ev taybetî bala mêrik kişandiye û bi bayê oryantalîzmekê gotiye ka em vê romanê jî tevlî rêzê bikin*.

her wiha bi vê romanê miradê min ber min ma. min got qey mîna qûma mezopotamyayê wê hemû pirtûkên rêzepirtûkên zer yê weşanên ayrintiyê xweş bibin, lê ni-aa. :(

li aliyekê din difikirim: navê eseh a nivîskêr selami aytaş e û navê xwe kiriye wek cemil turan bazidî. navek nema turan.* lê helbet ew û kêfa xwe ye. tenê nivîskarên me yên kurd bi giranî navekê kurdî hildigirin, vî mêrxasî çima wiha kiriye nizanim. belkî ji ber sebebên manewiyatê. her wiha, ne meseleyekê mezin e.

nîşe: navê romanê, li naveroka wê nayê, tenê qismekê wê disêwirîne, hew. bi min.* min got qey mîna jack londonî naverokekê wek banga wehşetê be lê nia-a!

nîşekê din: bi vê romanê ez hînî çend peyvên din bûm: bixêrik, ber, kemîn, revda, şayîş, koling, çal hwd.



28.01.2022 17:14 ~17:28 | biruya hayao miyazaki