Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [binav] de;

1. cureyekê gulaşê ye. belkî peyv rasterast "binavê" be lê min ji devê bavê xwe pir baş dernexist.
(bnr: peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin)*

ji gotinên bavê min:
zilamên mezin gêncan berra hev didin. dibêjin werin binavê bilîzin. kî zora kîjanî bibe, kî bazde ser kê ê xurt ew e. îja li eskeriyê hevalekî min î ji qoserê hebû. hingî xurt bû di bolugê de kesek nikarîbû pişta wî pêlewanî bide erdê. qomutanekî me hebû, bi heyranî ew berra dida ser eskerên din ên ji xwe bawer û digot, heke ev şivanê kurmanc tirkî bizaniya min ê ew bişanda pêşbaziya dinyayê.

ji kerema xwe bila tirşikvanên jîr vê peyvê li mezinên xwe siwal bikin û di derheqê wê de em zêdetir agahî zanibin. li ser torê mixabin min tu tişt li ser "di nav kurdan de gulaş/pêlewanî" peyde nekir. ma qey kurdên me vê sporê ji xwe re nekiriye edet! heke tiştin li ser torê hebe jî bila binivîsînin jkx.



17.04.2022 15:15 ~15:20 | biruya hayao miyazaki