Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [firat] de;

1. çemek dirêj e ku yek ji çemên mezopotamyayê ye, cotê dîcleyê ye.

her wiha di nav kurd û tirkan de wekî navekî lawikan jî tê bikaranîn ku demek dirêj di rêzefîlmên tore û berdêl û xwînrêjî yên tirkan de lehengê firat, prototîpa mêrikên kurdên paşdemayî yên serokê êl û eşîran bû yê ku xwende û bîrbir û qewî be jî mihefezakar û pederşahekî temam û seksmotorê xewn û xeyalên keç û jinên kêmaaqil ên romantîk bû. îro jî ev prototîp ji aliyê rêjeyekê mezin a jinên ji rêzê ve şahsiwar û xemla paşerojên pembe ye. erê.



01.10.2022 12:26 ~12:38 | biruya hayao miyazaki