Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwelîxan] de;

3. çîrvanokekê xelkên ewropayê ye. ka em lê binêrin xwelîxan ji tirkî hatiye wergerandin an ji zimanekî din.

du navên vê çîrvanokê hene:
a. navê sînderela ê guhertoya wêjeya fransî ye.
b. xwelîxan jî ji çîrvanokên birayên grimm e û navê wê ya resen Aschenputtel an jî Aschenbrödel. ka em li navên almanî bibînin tên çi wateyê:

aschen: xwelî, brödel>brodeln: paqijkirin/geşkirin/xeritandin/hwd ev her du peyv tên ba hev û wateya "zarokê/paqijkerê mitfaxê" hilgiriye di zimanê almanî de. her wiha puttel - puddel: xort, ciwan. bi mecazî: "Keçikek bêhêz an qirêj"

niha em bi dilrehetî dikarin bibêjin xwelîxan-a kurdî girêdayî navê almanî ye . ji tirkî nehatiye wergerandin. tenê çavkaniya wan yek e. her wiha ya tirkî "pisîka xwelî" divê wekî kurdî jî neyê bikaranîn. ji ber ku "kul kedisi" di zimanê tirkî de biwêjek e. bi wateya tembel. mêrik xweş lê anîne, wateya biwejên xwe fireh kirine. lê di kurdî de tiştek wiha tune ye ku em rabin wan teqlîd bikin.

çima xan? ev keçika ku xweliyên malê paqij dike wê di dawiya çîrvanokê de bibe prenses. û di kurdî de jî xan bexayet li prensesê tê. bi bîr bînin: sînemxan, meryemxan hwd. ne tenê ji bo wateya prensesê, lê wekî di mînakan de tê dîtin, -xan wekî paşgirekê mê-kirinê xuya dike. bi vê jî bi rastî xweş e. lê binêrin: berfînxan û her heft bejnbihost

min li zimanên din neriya:
îtalî: Cenerentola: xweliyê
azerî: Küllücə: xweliyê
sirbî: Pepeljuga: pirpinîka havînê
farsî: کفش شیشه‌ای کوچک

bêyî lêkolîn û lênerînê kêfa min ji tawanbarkirina wergerên kurdî nayê. berê hinan gotibû peyvên hevzayendîtî û honaka zanistî jî ji wergerên tirkî ne (yanî wergera wergerê ne) û teqlîd in. lê na. erê kurdî hîn rûneniştiye, loma mirov dikare îtarazan li wergeran bike, lê ne bi neheqî. û her tim bi bîr bînin ku her peyvên kurdî yên girêdayî çanda modern wê li çavên kurdan xerîb bên, jbk zimanê me yên sereke tirkî ye - bo yên tirkiyeyê. loma rica dikim, şansê bidin peyvên me yên nû. piştre rexne bikin.

nîşe: pêkan e ku em her tim pêrgî peyvên wergera wergerên tirkî bên. ev jî ne ya lêdanê ye.



22.10.2022 11:49 ~12:11 | biruya hayao miyazaki

1. sînderela. bi kundira xwe navdar e.* lê ew leheng e ku mîlyonan keçikên nûgihaştî hemû dixwazin mîna wê bişans bin û li benda prensên xwe ne. Here lînkê li youtubeê ji dengê aynur bozkurtê tê peydekirin.




a kurdish fairy tales a bi navê sînderela:




21.10.2022 23:29 ~2022.10.22 00:04 | biruya hayao miyazaki