Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne?] de;

8. ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim.

mixabin wekî thorê ll-em gotiye, sîrkulasyon tune ye. di esasê de hinin li hev bixin wê xweş bibe, tirşik wê ji vê xopan û wêraniyê xelas bibe lê nivîskar tune ye.* henek li aliyekî bi min ew e ku ne tenê kar û barê ye, her wiha xwendin, naskirin, têkilîdanîn tune ye. min wê rojê li îstatîstîkan neriya. dibêje "hejmara peyamên di navbera nivîskaran de 1347 dene" ye. 9 sal bû û nivîskarên tirşikê di nav xwe de bi tevahî tenê 1347 car peyam şandiye/wergirtiye. helbet îhtîmala bikaranîna platformên din jî heye. dîsa jî xwe venatirsînim û ji vê daneyê vê derdixim:

tirşik ji aliyê kurdîxwaziyê bikarhêneran tîne ba hev. lê belê civakîbûn pêk nayê loma jî tirşik nikare nasnameya "medyaya civakî" hilgire. berê civînên tirşikvanan hebû û di pandemiyê de jî xebata wergera fîlman bû bandeva pêkanîna vê civakîbûnê, her wiha hinin caran danasîna tirşikê wan tîne ba hev lê belê nabin domdar. ên nû tên bi agirekî gur dinivîsinin. feqet bertek tune ye. hevaltî tune. diyalog tune. ecibandin tune. li îstatîstikê binêrin. bi tevahî 117.316 peyam hene. îja ez di dora sisiyan de me û min 1413 car çepik dane nivîskaran. çiqas hindik! ku ez ne tirşikvanekî çepikvan im hisab li cem we, lê di lîsteyê de 3yem im law! fedî bikin. [bidin ber, di lîsteya reşkirdo de duyem im] êh, piştî demekê jî tirşikvanên nû dibînin ku ew bi xwe xwe dipeyivin mîna dînan, dev jê berdidin. belav dibin, vedigerin gundên xwe. meydana tirşikê jî bi xemgîniya xwe tê tenêhiştin. tirşik ji terikandinê mehv bû ber çavên me law. herin piştgirî bidin tirşikvanan û ji xwe re bibin însan!* hûn nenivîsin jî hema têkevin û dengên xwe bidin yên weşandî. hema nebû ya rojbaşek binivîsînin an jî girêdanekê youtubeê dînin li beşa zindî. ji bîr nekin ku tirşik mala me ye -_-

û tesbîtekê min a din jî ev e: bi dîtina min, temenê tirşikvanan mezin e.* yanî yên werin ba hev, yên tijî ne, xwîngerm û bi heyecan in û ew ên hîs û fikrên xwe binivîsînin kesên ku di emrê zanîngehê de ne. (li dora 18-25) ew tirşikvan jî hindik in. û roniya tirşikê wan nakişîne, piştî çend keliyê fêm dikin ku ew ê nikaribin li tehma emrên xwe li vir bistînin. (alternatîf bo navê tirşikê ya nû: pîr-xane*i*) îja dibêjin em ji kar û bar nikarin bala xwe bidinê. helbet, tu ji vê emrê derbas bûyî. :/ (@brzn-ê hêja tu li ber dilê tirşikê xort û ciwan î keko ^_^*

yaw. ez hîn jî matmayî dimînim. tenê li tirkî li çend zanîngehan de beşên kurdî hene û ev çend nifş in mezûn didin. lê tirşik nikare bala wan bikişîne. an jî nikare bikeve ber çavên wan. an jî... formata tirşikê ne mîna xortaniya me ye. (oo xwedayê mezin! ez jî pîr bûme:/)

û dixwazim bo vê sernavê bibêjim:
(bnr: format heval) :(



07.11.2022 22:23 ~22:41 | biruya hayao miyazaki