Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dijber] de;

93. berê vaya bixwînin. nihandin/76329



spoiler ji peyamê vî afirîdeyî: "lêkereke berpêbûnî ye ku bi awayin din yên wek kutan û gan û hwd û li gorî devokan wek "niyandin" an "nîhandin" jî tê gotin. helbet gelek tirşikvanên ker dê nizanibin "berpêbûn" çi ye û herwiha wek tirkî dê vê lêkerê bi kar bihînin û welhasil..

(bnr: ker ker e)"



efekt: ahahahahaasdfghjk * erê kenekî bi deng û bilind bû.



şîrove: afirîdeyê li jor hat nasîn, di vê peyama xwe ya belengaz de peyvên berpêbûnî û berpêbûn bikaraniye.



ji wîkîferheng: Here lînkê

berpêbûnî: 1. berîdanî, araste, 2. meyldarî 3. tropîzm



ji bo mînak vê hevok hatiye dayîn: (...)Hevzayendî wekî berpêbûniyeke wisa tê pênaskirin: Çawaniya ku ew kesê/î ya bi piranî yan jî bi gişî bi riyên romantîzm an jî nêzîkbûna zayendî beraliyî kesên ku di heman zayendiyê de dike.(...)



elmanî : Orientierung → de mê

tirkî : yönelim → tr



berpêbûn li ferhengê tune ye lê li gotara completion a îngilîzî tê fêmkirin ku berpê kirin (...) e, bi kurt û kurmancî nêzîk bûn e.



erê anuha em werin nihandina dijberî ya li peyama xwe pênas kiriye. * nihandin bi peywira xwe ya bingehîn ve çalakiyek e, kirin e. li hêla gramerî bi kurtasî lêkerek e. nêzîkbûn ji bo pênaskirina vê lêkerê herçiqas ne çewt be jî bi rastî ne vebijarka ewilîn e. ne tenê ji ber sêwira vê çalakiyê, hema ji pênasa berpêbûniyê ve bêbextiyek e, ceheltî ye. aşkere ye ku, afirîdeyê xwediyê mijarê, vê mijarê ji bo biçûkxistina tirşikvanên din xwestiye veke. ji ber ku peyva "berpêbûnî"yê hîn nuh elimiye ku tê dîtin ew hîn bikaranîna berpêbûnî û berpêbûn tevlihev dike. û bi pozbilindî qala kertiya xelkê kiriye û bnr'a jêr a bi peyam ve kiriye, hema xwe hetikandiye berdaye:



(bnr: ker ker e)



tew qala tirkiyê kiriye. * *



(bnr: ker)



pêvekek dawiyê hat:

barî ji bo bikaranîna nihandinê ez mînakek bidim dijberî ku careke din xwe di nav xelkê de nehetikîne:



ezê te nim.



ha ev jî heye ku ez dibêjim dewlemendiya kurdî ye:

(bnr: nihandina mecaz)



19.09.2015 21:43 ~21:54 | biruya hayao miyazaki

83. piştî peyama kul û derd/76041 kumê xwe daniye ber xwe û "gotiye erê". agahî û zanyariyên xwe yên kûr û bêalî û, helbet xwişk û bira, li nav rêzik û prensîbên formatê bi hevokên têr û tije bi kurdiyek fesîh mîna dengbêjên dewrêşê ewdî yan memê alan distrên, hema nivîsandiye û nivîsandiye ku heta hun bibêjin bes e! xwe li ser hedwigê kuştiye berdaye. xwîn li tamar nemaye, heta dilopa dawîn pêl bijkokên klavyeyê xistiye û ew nêrîn û komposîzyona xwe ya bilind hema bûye mînakek tirşikvanî. j.k. rowling kariba bixwîne, bi rastî wê li ber nigên dijber xwar biba û bi kelogirî û rebenî lêborîna xwe jê bistenda û pirtûKÊN XWE ji bo ibretê elam be, bişewitanda, bi kurt û kurmancî hewqas edilandîye camêro. mere dibêje hedwig ji ser û heta binî car din hatiye afirandin. way ji we re wê peyamê: hedwig/76056 * *



xwe hewqas nekuje li ser kûl û derdan. binêr li wira çi dinivîsîne: jê re bibe derman!

ha peyamên te yên ewil derman in? yeaaaq! dermanê çi, mere fedî dike nivîsandinê. herkes nikarin bibe derman. erê zanim ew 3. xelatên tirşikê ji bo te hedefek e, lê wanî nabe. ez sîmurg bam ezê ji bo dayîna xelatan gotarekî kalîteya peyaman avakiribam. bû mîkrof û ket kûl û derdên min. * *



17.09.2015 20:34 ~20:40 | biruya hayao miyazaki