Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirkmancî] de;

52. rastiya me ya îro ye.
xelk reşik dane vê peyama reben (tirkmancî/133818) lê tiştekî wiha heye.* biraziya min a 4 salî ji ber televîzyonan û hevala xwe ya tirk wiha dipeyive û em her carî ji kenan zikopişto dibin. îja kekê wê ya 8 salî jî di heman şertan de mezin dibe. zarok tv û trt çocuk du qanalên wî yên favorî bûn. tê bîra min bê pepe nedisekinî, stranên pepeyî ji ezbera xwe digot. lê niha ji min sed qat nativetir bi kurdî dipeyive û bi ser de hinin zazakî jî dizane ku carinan em pêşbaziya rêzkirina peyvên kurdî dilîzîn zora min dibe bi peyvên zazakî û qejmerê apê xwe henekên xwe bi min dike.* wehasil mirov têr nabe wî guhdar bike. lê ev keçik çima wiha bû em fêm nakin lê asîmîlasyon bi hemû leza xwe dewam dike.

- apo, ez bixwisem sen de bixu. :(



19.05.2021 13:24 ~13:27 | biruya hayao miyazaki