Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [birca masî] de;

1. kesên ku di navbera 20ê Sibat Û 20ê Adarê ji dayik bûne. * Ez ji masiyan re çi bibêjim nizanim… Tu dilsaf û kawok î yan aqilsivik î? Sed sal yexçar be jî vaya tevdana wekî zarokan bernade. Hema tu tir û fisa bikî dilê wan dişkê, ber xwe dikeve, dixeyide û dilê wan ji dinyê sar dibe… Off wexta masî tên bîra min bêhn û hilma min teng dibe!Hema hêviya keysa xwe ne. Car carna firsendên xweş bi dest dixin; lê bêkêro û jênehatê qedr û qîmet pê nade û di bin lahêfa xwe de têdikeve nav xeyalan; difire, digrî û dilşad dibe. Ez sond dixwim, ev masi nexweşokeke bêmecal in. Hema di nav behra nakokiyan de avjenî dikin; nakokiyên dijwar, wek hebên tizbiya rêz didin û jê yekî diecibînin û wê rojê, ji sibê heta êvarî bi wê re mijûl dibin. Pir eksokî nin. Hek hun bi destê masiyan re biçin, hun kanin karê xwe yên bargirî giş bidin çêkirin. Lê hun karê xwe bibînin çêtir e. Xwedê neke, karê ku hun dan wê/wî , giran be, ewê xwe bikujin û bibe sebeba we. Safikno… Keştiyê ku ev siwar bibe ewê rûne ser ax; guliyê binê piyê wan ewê bişkê. Çi gunehên kundan hene; tev masî bêyom in û Xwedê mere ji wan bistirîne… Hun nikarin vana dilşad bikin; hek şansa we hebe, hun dikarin kêfa wan bînin. Hew! Bedbîn, reşbîn, kêmhêvî, pesîmîst, santîmantal, depresîf û li kû de gûyên wilo hebe, giş navên masî ne. Ayh ji xwe ketim welle. Çi hewce ye hevokek din nivîsandinê… Ne hun bin, ne jî hevaltiya/ê we bi masiyan…



(bnr: birc)



22.01.2014 13:13 ~2015.11.15 15:00 | biruya hayao miyazaki