Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojek ji rojên evdalê zeynikê] de;

2. ji ber hawara dîcleyê krediya mehmed uzun li ba min bêsînor bû. lê rastiya vê pirtûkê bû şîmaq û rûyê min sor kir.

nav lê roman e lê wekî cure di navbera çîrok û çîrvanokê maye. nivîskarê rehmetî "mehmed " uzun usluba dengbêjî jî daye lêkirin û dema lehengên sereke dipeyivin hema "e/ye/ne" li paş hemû hevokan in û ew hevokên kinik/kurtekurt xelas nabin. ji aliyê mijarê ve hingî neteweperestiya romantîk giran e, hilma min bêhnteng bû, min got wele dê ev pirtûk xelas nebe. hema her kes baş û çê, her tişt bêqisûr û mirês in. yê nebaş jî ji nebaşbûnê difire. ma qey di vê cîhanê de ji bilî reş û spî, rengê gewr tune ye yeaaqqq...

ji aliyê avakirina lehengan ve berbad e. ji aliyê vegotinê ve kirasê dengbêjî hîç lê nehatiye û bûye îşkence. ji ber vegotinê mirov dikare ev "roman" wekî nîv-qesîdeya pexşanî bihesibînî. hema di her firsendê de pesna yekî/ê tê kirin û hema hema bi eynî peyvan/bêjeyan. wele bi quran meraq dikim, xwezî yekî rabaya û xêra xwedê vê "romanê" têxista bernameya indekskirina bêjeyan. texmîn dikim pirtûk bi kêmzêde 200 bêjeyan hatiye nivîsîn. nivîskar di gelek gelek cihan de çêtir dîtiye, li ba bêjeyan hemwateyên wan an jî peyvên nêzî wan bi kar bîne. ev metod hingî pir û pir e, kakafonî ji esmên dibare. ez qala aforîzmayên lehengê sereke, evdalê zeynikê nakim.*

sûreta pirtûka destê min çapa 4an a 2018an e û ji çewtiyên rastnivîsê tije ye yên ku ji gava kopîkirinê mane. wekî di gelek beşan de dehan dehan peyvên ş dihewînin bi fl mane. wekî şev=flev, şapik=flapik hwd. hewqas ku rûpela 30em nedihat xwendin.... mirov karê redaksiyonê jî hewqas paşguh nake. heyfa kurdî...

her wiha ji aliya honakê ve "roman" îdîa dike ku rehên xwe ji dîrokê hildigire. lê belê malpera riataza.com bi me re parve kiriye ku mehmed uzun hemû rastiyên dîrokî bi zanebûyî an jî bêhemdê xwe tevlihev kirine û honakekê xeyalî ava kiriye:
Mehmed Uzun û rastîya jîyana Evdalê Zeynikê -1 Here lînkê
Mehmed Uzun û rastîya jîyana Evdalê Zeynikê -2 Here lînkê

heyfa wextê min.


ew çi mirin bû? serleheng yanî dimire, lê wekî xortê "çardeh salî" hema ji xwe re distirê*



30.01.2022 19:15 ~20:06 | biruya hayao miyazaki