Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bîranînên eskeriyê] de;

16. qomutan ji kurikekî êlihî re qala tiştekî dikir, du caran dubare kir, lê rebeno fêm nedikir û wê çaxê qomutan got derkeve û ji min re got:

- yaw bu aptal kurtlere birşey anlatmaktan biktim. sen yap oglum.

min got, temam û min sax kir.

her wiha rojekî ji bo nimêja îniyê destmêj digirt. ez jî sofî bûm lê nediçûm îniyê. got, weh çima! min got ez şafî me û bi 5 kesan nimêja îniyê nabe. di cihê xwe de sar bû. got ma tu ji ku ye, bersiva xwe dam. min got, "musaadenizle, vakit namazini mescitte kilacagim". û hingî kêfa min hatibû ku ji nav dilê min pirpinîk û mêşhingivan difiriya. riyekî din a baş û bêtalûke tune bû ku kurdbûna xwe rê bidim.

ji xwe tu carî min li paş wî nimêj nekir, min meletiya wî qebûl nedikir ku digot, xoce ya tu bibe melayê me ya melayitiya min qebûl bike. li gorî hisabê wan, nimêja civatî, ji ya tenê meqbûltir û xêrtir e. û gazincan dikir: oglum hadi sen daha çok hayir istemiyorsun, bari bizim hayirlarimiza vesile ol. lê ez ji wan aptal kurtler bûm û min digot: teşekkur ederim ancak yalniz kilmayi yeglerim. * * min dilê wî rihet nekir û nekir.

her wiha min wê çaxê dît ku li tirkiyê kurd mîna îrlandayi ne, şafîtiya wan û kurdbûna wan hev zeliqîne lê ferqekî heye, haya kurdan jê tune ye.



18.01.2018 16:06 ~16:11 | biruya hayao miyazaki