Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [william shakespeare] de;

15. dema ez peyva sond dibihîsim, sonda hermia-yê lysander tê bîra min a ku lehenga xewna şeveke havînê ye ya william shakespeare e. lehengên me nikarin li atînaya xedar bizewicin û lysander teklîfa revê dike û dibêje "sibehê bi şev, bi dizî ji mala bavê xwe derkeve, were daristan..."sonda ku min eciband li dû vê teklîfê tê kirin:

bi kevana cupid a herî xurt,
bi tîra wî ya serikzêr e kesneditî,
bi pakî û paqijiya kevokên venusê,
bi hemû tiştên ku giyanan diperçimînin, evînan geş dikin,
bi agirê ku keybanûya qartacayê şewitand,
dema ku troyayiyê durû babirrkên xwe vekirin û çû,
bi hemû sondên mirovên ku li sondên xwe poşman bûne,
ji hemû sondên ku jinan xwarine zêdetir aon dixwim
ez ê li wî ciyê ku te gote min
bême civana xwe. (rûpela 49, kawa nemir, lîs )

bi mehan min jiber xwe got, dema ji min tiştekî hat xwestin. çawa min destê pê dikir, dayik û xwehên min digot, erê law erê haho! "ma tu nabetilî?" mîsal wan digot, here dikanê, du nan bikire, min dest bi vê sondê dikir û dawiya sonda orijînal wisa dişiband:

...
ez ê ji wî ciyê ku nan tê firotin
herime danûstandina xwe. *



27.12.2017 19:27 ~19:28 | biruya hayao miyazaki