Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [libreoffice] de;

4. min salan li ser sermaseya kombersa xwe bi kar anî. lê belê piştre wps office kete ber min û min dît ku derdê libreofficeê nayê kişandin hingî giran e û bi ya dîzayna wpsê pir-pir-pir tevlihevtir e heta ku tê bêjî dixwazin bibin dijminê bikarhênerên malî. di esasê de ez alîgirê çavkaniyên azad im. û ji ber ku navrûya wê kurdî bû, min dixwest dewam bikim. lê îja kurdiya wê jî nîvco ye... taliyê sivikbûna bernameyekê jî sebebekê muhîm e. libreoffice heta vedibe dilê mirov reş dibe. hêviya min ew e ku mîna reqîbên xwe bibin xweş, sivik û hogira bikarhênerên malî.

aliyê din, pelên wpsê ji aliyê ahengê ve baştir di wordê de vedibin û tên xebitandin lê ya libreyê hinekî serêşî dide. heke ji ber karên xwe divê hûn nivîsan amade bikin, divê hinekî ber xwe bidin.

ya ku ji serî heta îro jî min diheyirîne ev e: pelên wpsê di libreyê de, ên libreyê jî di wpsê de naxebitin. ecêb e...



14.05.2021 14:18 ~14:25 | biruya hayao miyazaki