Tirşik - Profîl
tirşik-profîla elomelo

profîla "elomelo"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [truman capote] de;

1. nivîskarekî pir balkêş e, di warê edebiyatê de bi form û şêwazeke nû a jê re belge-roman tê gotin, navê xwe gihand her deverên dinyayê, pir zîrek bû lê bi heval û hogirên xwe re zehf xayin bû çi tiştekî veşartî di navbera wan de hebûya ji her kesî re wek paşgotinan qalê dikir, li ser romana wî a "in cold blood" (bi xwînsarî) bala rexnegir û xwendevanan kîşandiye ser xwe, dû re li ser pêvajoya nivîsandina vê romanê jî bi navê capote fîlmek (fîlmek dî jî heye lê navekî dî pê re hebû) hatiye çêkirin.. Qarakterekî xerîb e, lê wêjeyeke bi hêz û kûr nivîsandiye, wek mînak, bi navê lehenga xwe a tiffanyê navekî li navên îngilîzî yîn li amerikayê ew bi xwe zêde kiriye, romana wî a other voices, other rooms (dengên dî, odeyên dî) jî berhemek otobîyografîk e



21.10.2013 20:59 | elomelo