Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tu qurbana zarê xelqê bî

profîla "tu qurbana zarê xelqê bî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ferzê] de;

1. yek ji straneke ji albûma 9. a şivan perwerê ye ku gelek xweş e. şîvan perwer vê albûma xwe di sala 1983'an de çêkiriye. ji bo guhdarî kirinê, kerem kin. http://www.youtube.com/watch?v=4rnuu18spi4 Dîsa burhan berken bi xwe jî bi awayekî cuda vê stranê şîrove kiriye, gotiye.



ferzê ferzê lê ferzê, ferzê lê ferzê

li qam û bejnê

li bejna ferzendayê

ferzê ferzê lê ferzê, ferzê lê ferzê

li qam û bejnê

li bejna ferzendayê

weke take rihanê



bejna min ne kin e lê

ne dirêj e lê

tayek rîhana ye

xwe berda vê jengê

serya bişo lê

çava kil ke lê

biska şeh ke lê

tuncika berde lê ferzendayê



ferzê ferzê lê ferzê, ferzê lê ferzê

li qam û bejnê

li bejna ferzendayê

ferzê ferzê lê ferzê, ferzê lê ferzê

li qam û bejnê

li bejna ferzendayê

weke take rihanê



ferzê bala xwe da çû

min ra bû talû

li bejnê û balê

li bejna ferzendayê

bejnê gelek kûr bûn lê

em daketin lê

kef ket xorta lê

nizanim tê ji mala kê



ferzê ferzê lê ferzê, ferzê lê ferzê

li qam û bejnê

li bejna ferzendayê

ferzê ferzê lê ferzê, ferzê lê ferzê

li qam û bejnê

li bejna ferzendayê

weke take rihanê



ez û bejna xwe çûn lê

tev daketin lê

bulbul û şalûl

li me rabûn temaşê

bejnê carek were lê

rûnê li vê hêlê

mijûl bin li ser eşq û evînê



ferzê ferzê lê ferzê, ferzê lê ferzê



li qam û bejnê

li bejna ferzendayê

ferzê ferzê lê ferzê, ferzê lê ferzê

li qam û bejnê

li bejna ferzendayê

weke take rihanê



15.05.2014 22:57 | tu qurbana zarê xelqê bî