Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kurê xelkê

profîla "kurê xelkê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [min bihistî] de;

1. stiraneke kevn e. mihemed şêxo jî alîn û xêro abbas jî şirove kirine.



min bihîstî tu nexweş e dilo

çibkim bextê min tim reş e dilo

dilê min herdem dikule dilo

carekî nebûye geş e



delala min tu pir têşî dilo

derdê xwe ji kesîr'a nabêjî dilo

bendî te mam ez heliyam dilo

tu kulê xwe ji min re bêjî



nayêm ba we li min negrî dilo

çima wilo tu bêsebr î dilo

evîna te ez helandim dilo

ma sozê te heya kengî



hêstir ji çavê min tên xwarê dilo

weke xunava biharê dilo

alem tevde dikevin xewê dilo

çavê min ji bo te şiyar in



gotinên helbestê aidî kemal şanbaz in.



mihemed şêxo: http://www.youtube.com/watch?v=dcYJ4PZyd-I



alîn û xêro abbas: http://www.youtube.com/watch?v=OBNJrX1jLDQ&feature=related



08.01.2015 21:25 | kurê xelkê