Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojî kurd] de;

1. kovareke kurdan a bi kurdî û tirkî bû.



Kovara Rojî Kurd di sala 1913'an de li Stembolê bi kurdî (kurmancî-soranî) û tirkî derket. Xwedî îmtiyaz û mudîrê wê yê mesûl: Evdilkerîmê Silêmaniyê bû. Di bin navê kovarê de bi tirkî weha hatiye nivîsîn: "Şimdilik ayda bir neşr olunur" (Nika mehê carekê derdikeve). Li ser qapaxa hejmara pêşîn a kovarê rismê selahedînê eyûbî, li ser hejmara diduyan rismê kerîmxanê zend, li ser ya sisêyan rismê huseyin ken'an paşayê bedirxanî (1857-1913, kurê mîr bedirxan bû, li girava Girîdê ji dayik bûye) û li ser ya çaran jî rismê bajarê Erzerûmê hebû.



Her sê hejmarên pêşîn ên kovara Rojî Kurd, ji aliyê cemal xeznedar ve, di 1981'ê de li Bexdayê ji nû ve wek cild hatin çapkirin. Pişt re di 2005'an de ebdulla zengene, li Silêmaniyê her çar hejmar bi hev re çap kirin.

Rojî Kurd, organa civata telebeyên kurdan hêvî (Kurd Talebe-î Hêvî Cemiyeti) bû. Ev cemiyet jî di 1912'an de li Stembolê hatiye damezrandin.



08.09.2014 14:17 | xwelî li ser