Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dewrêşê evdî] de;

5. Derwêşê Evdî destaneke kurdî ye. Li gor ku ji dengbêj ûlêkolînerên dîrokê tê zanîn, Derwêşê Evdî di sedsala 18'a de li herêma wêranşarê* jiyaye û Berxwedanek mezin li dijî dewleta osmanî û eşîrên ereban nîşan dayê. Wê demê temir paşayê milî di sala 1780'a de dibê serokê eşîrên kurd ê kîkan, milan û eşîrên êzîdiyan li Beriya Wêranşarê û Derwêşê Evdî jî ji bêr jîrekiya xwe dibê serleşkerê Temir Paşayê Milî. Di şerekî sala 1790'î di navbera eşîrên Temir Paşayê Milî û Osmaniyan û eşîrên Ereban de Derwêşê Evdî tê kujtin.



Wekîdin evîna Derwêşê Evdî, ku bi eslê xweêzîdî bû û Edûlê kû bi eslê xwe misilman bû di nava civaka kurd de tê naskirin. Di nav kurdan de gelek Stran û Çîrok bi awayên cûda li ser Derwêşê Evdî hatine gotin.

şakiro - http://www.youtube.com/watch?v=2tY_KJwPCe8

delîl dîlanar - http://www.youtube.com/watch?v=xfPUjJQdHGU



25.05.2014 18:03 | xwelî li ser