11. Cenewarê xewnên meyî zarokatiyê “Gurê Manco” . Ya Xwedayê Mezin me çi ji destê vî gawir bavê “ Gurê Manco” kişand û me çi ne kişand.ji tirsa vî mîratî re , em nema diwêriyan ku bi şev derkevin rehetxanê , çewa li me dibû sibeh xwedê tenê pê zane.Me ji tirsa vî gawir bavî re nema diwêrîbû 100 mîtro ji malê dûr biketana.
Wê bê bîra we jî , dema ku em diketin nav livînan xeyal û lîstikên me destpê dikirin û çend saetan dewam dikirin.Diya me jî li ser serê me û me dixist xewê.
- Tu hîna ranezayî emir qesifyo ?
- Na yadê xewa min nayê
- De bitemir ku em ji te xelas bibin.
- Yadê ma xewa min nayê, tu ji xwe re razê.
- Kurrê min wellehîn tu ranezê wê “Gurê Manco” were te.
- “Gure Manco” kî ye yadê ?
- “Gure Manco” , gurekî meezzzine , lêvek wî li erdê ye û lêva vî yadin jî li ezmanaye , diranê fîq û herdem xwîn ji ber diranê wî diherikin , çavên wî wek cîncoqê dibiriqînin û wek xwînê sorin.Zarokên ku bi a dê û bavê xwe nekin wan digrin û dixwin.
- Temam Yadê ji bo xwede bila neyê va ez razam.
Roj ew roj e Gurê Manco hat û bi xewn û xeyalên me de rît. Erê îja xewn û xeyal çûn man lîstikên li nav erdan û li kûçan. Roj dîsa roja dawiya heftê hat , heval hatin li derî xistin emê herin nav erdan - bi gokê ,dar û qîtikê , zimba û gelek lîstikên din hebûn navê wan nema tên bîra min - emê bilîzin.
-Yadê va ezê herim nav erda ji xwe re bilîzim.
-Na kurrê min ner.
-De yadê hii hevalên min hatine emê herin zû werin welleh.
-Temam her , hima tu dur nerî , ”Gurê Manco” zarokê tenê dibîne , wan digre û dixwe.
De yabo îja wer û her bilîz. “Gurê Manco” bi lîstikan jî de rîtibû .Alla Wekîl ji tirsa wî kafir bavî jiyan li me herimî bû.*
|