Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çarînên nivîskarên tirşikê] de;

39. Destê te ye kulîlk di destê min de
Zimanê te ye hingivîn di devê min de
Çavê te ye gerdûn di çavê min de
Dilê te ye hêlîn di dilê min de

Navê te ye helbest di lênûska Rojen
Çavê te ye dîmen di tuwala Lorusso
Dengê te ye newa di dengê Ciwan
Dilê te ye dil di dilê Mirado

Mele Xwelîlê Sêrtî



08.09.2020 20:30 ~20:59 | xwelî li ser

36. û dema ku cixare vedixwim
destên min dibin destên bavê min
û dema ku digrîm, hêstirên min dibin
yên bavê min û yê bavê wî



25.12.2019 00:56 | xwelî li ser

32. yeke min jî heye. vê bihara buhirî min ji zalimek re nivîsî bû. kerem kin.

Tenê navê te cihê çend helbesta digre, tu dizanê?
Tenê çavên te cihê çend wêneyan digre tu dizanê?
Tenê dengê te cihê çend strana digre tu dizanê?
Tenê dilê te di dilê min de cih girt bizane!



30.11.2019 20:51 | xwelî li ser