Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xelacî] de;

1. Xelacî an Hellacî navê zaravayekî kurdî yê li Azerbaycan û Îranê tê axaftin e. Xelacî wek zaravayekî kurdî yê îzole tê hesibandin.

Rewşa sosyolînguîstik

Xelacî îroyî li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat li şehristana Şabestar û li parêzgeha Astara, gundê Şahağac, li başûrê rojavayê komara Azerbaycanê ji aliyê komeke biçûk ve tê axavtin. Ji axivên Xelecî qasî hezar kesan li Azerbaycanê yên din li Îranê dijîn. Xalecî li Azerbaycanê xwediyê tu statuyeke fermî ninin. Pirraniya wan xeynî zimanê xwe yê zikmakî talişî û azerî diaxivin. Heta nifşa nû tenê talişî û azerî diaxive. Jixwe di navbera xelacî û talişî bendekî kin heye. Li Îranê jî xelacî di nava civaka talişan de dijîn.

Hevrastiyên bi zaravayên kurdî re

Ewil ferdinand justi diyar kir ku gelekî hevrastiyên xelacî bi dimilî re hene. Ev hevrastiyan ne tenê xwerista ferhengokî (leksik) ne. Ji vî nêrînê de hevrastî û manendî bi hemî zaravayên kurdî re hene. Mînakî paşbendikkirina lekêran wek di dimilî de bi -an'yê tê qedandin. Herwiha pêşbendiken dema bê jî wekî di kurmancî de bi- ne. Daçekên di û de yên ku mirov ji kurmancî nas dike, di xelacî de jî têne bikaranîn. Çend mînak ji xelacî ligel beranberiyên bi kurdî.

Xelacî Dimilî Kurmancî
agir adir agir
kenêk kenêke keç
cîr cêr jêr
îta nika îja
deh dewe gund
ber ber der
kî (ode) keye ode



13.04.2017 16:56 | xwelî li ser