Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [eyaz yusiv] de;

1. eyaz zaxoyî yan jî eyaz yûsif ehmed. yek ji hundermend û stranbêjên herêma behdînanê ye.

Eyaz Zaxoyî li sala 1961ê li bajarê zaxo ji dayik bûye. Her ji zarokatiya xwe heza wî ji hunerê re hebû û hemû dema xwe di dîwanên dengbêjan de derbas dikir û guhdarî dengê wan dikir.

Eyaz xwendina xwe ya seretayî, navendî û amadeyiya çandinê li Zaxo temam kiriye. Her di dema xwendinê de, di ahengên xwendingehan de stran digotin. Pişt re seredana Radioya Kurdî dike li bexda û li wir gelek stranan tomar dike. Yekemîn kaseta wî li sala 1982 derket û bi wê kasetê navûdengiya xwe diyar kir, pişt re di salên 1983, 1984 û 1985an jî kaset çêkirin. Anku di jiyana xwe ya hunerî de wî tenê çar kaset çêkirin. Strana herî naskirî ya Eyaz Zaxoyî newroz e.

Eyaz di temenê 25-saliyê de li roja 20/01/1986an çû ser dilovaniya xwe. digel keçeke endama tîpa hunerî ya duhok peywendiyek evîndarî hebû û peywendiyê tesîr li ser jiyana wî ya hunerî jî dikir, loma di warê strana evîndarî de, gelekî serketî bû. Eyaz bi berhemê xwe yê kêm jî şiya bala xelkê bikîşîne û heta niha xelk ji hunera wî hez dikin.

Gelek mamoste û helbestvanan helbestên xwe dane wî û alîkariya wî û erdewan zaxoyî kirine. Ji wana ebdulezîz silêman, bedirxan sindî, beşar mihemed û gelek din.

dibêjin ku Eyaz bi rêya jehrê ji aliyê rijîma baas ve hatibû kuştin. (wek erdewan zaxoyî)


çavkanî: kawe alîxan: peyama kurd hejmar 73, sal 2006



24.12.2019 00:35 ~00:57 | xwelî li ser