Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pablo neruda] de;

1. Pablo Neruda helbestvanek ji Şîlî ye.

Di 12 Tîrmeha 1904 da tê dinê. Navê wî Neftalí Ricardo Reyes Basoalto ye. Ji ber ku gelek ji helbestvanê Çekî jan neruda hez dike navê xwe dike Pablo Neruda. pişt re ev nav dibe navê wî ya fermî. bavê wî li xeta trenê de karker, dayîka wî jî mamoste bû. neruda hê du mehî bû dayika wî mir.

1920 an de li kovara selva austral bi navê pablo neruda nivîskarî dike. di Sala 1924 da bi helbestên xwe tevlî pêşbirka wêjeya dibe û bi serdikeve. bi vê serkeftinê bûrs bi dest dixe û li zanîngeha Şîlîyê de dest bi xwendina wêjeya Frênsî dike. Piştî zanîngehê di rojnamevan de dixebite. di salên 1927-1935 an de li dewleta şîlî wek dîplomat li başûrê Asyayê û meksîkayê û îspanya de dixebite.

şerê navxweyî ya îspanya û mirina garcia lorca gelek bandor li ser wî dike. li îspanya û fransa yê tevlî komên komarparêza dibe.

Di sala 1949 da Partiya Kominîst a Şîlî yê de dibe senato. Ji ber ku serokê şîlîyê gonzalez videla rexne dike, dibe xayîn û ji Şîlîyê direve. diçe Arjantînê, Çînê, ssbc û li gelek welatên ewropaye digere. her tim li dijî faşîzmê bû. ji ber wê çepgir gelek ji wî hez dikin. Di sala 1952 ya da dîsa vedigere welatê xwe.

di 1971 an de xelata nobelê distîne. Di 1973 ya de augusto pinochet bi darbeyek leşkerî tê ser dewletê. mala neruda dide talankirin û pirtûkên wî dişewîtîne

Nerûda 23 Îlon 1973 de ji ber penceşêra prostatê diçe ser dilovaniya xwe. cuntaya şîlîyê derketine derve qedexe kiribû. lê dîsa jî bi hezeran mirov tevlî cenazeya wî dibin.

Berhemên wî

crepusculario, 1923
veinte poemas de amor y una canción desesperada, 1924
residencia en la tierra, 1935
españa en el corazón, 1937
los versos del capitán, 1952
odas elementales, 1954
nuevas odas elementales, 1956
tercer libro de las odas, 1957
estravagario, 1958
memorial de isla negra 1964, 5 cîld, Otobîyografî
confieso que he vivido, Bîranîn
incitación al nixonicidio y alabanza de la revolución chilena, 1973



19.04.2020 14:38 ~14:40 | xwelî li ser