Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mohsen namjoo] de;

17. ev zilam bikuxê jî dibe stran.*



15.07.2014 19:26 ~2016.01.16 14:12 | xwelî li ser

4. Mohsen Namjoo di sala 1976'an de li Turbeta Cem, li bajarekî biçûk ê li bakûrê rojhilatê Îranê, hate dinyayê û di hundirê malbateke gerdîşî de mezin bû. Namjoo ji zarokatiya xwe pê ve dildariya muzîk û edebiyatê ye. Lewra kêfa wî bi xwendina Quranê gelek dihat û ew wek kilambêjekî ciwan tevlî hinek çalakiyên hunerî dibe.

Ji sala 2000'an pê ve ew giranî dide muzîka rock û jazzê - û ew hewl dide her du stîlên muzîkê bi muzîka kevneşopî ya îranî bike yek. Encamên van ceribandinan ji etudên ku bi teknîka xirab hatine kişandine pêk tên. Hinek ji van qeydan li hemû welatê belaw dibin û digihêjin gelek guhdarvanên faris.
Mohsen Namjoo bi taybetî bi rêya belgefîlma bi navê "Sounds of Silence" (Dengên Bêdengiyê) xwe ji raya giştî ya navne teweyî re dide nasîn. Fîlmê ku ji derhênerên Amir Hamz û Mark Lazarz hatiye amadekirin, bi taybetî muzîka 'binax'/underground a Tehranê dide nasîn. Di vê fîlmê de muzîsyenên îranî yên wek O-Hum, Hich-Kas û Bonakdar jî tên pêşkêşkirin.



12.11.2013 15:29 ~2020.05.05 20:21 | xwelî li ser