Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [edîp cansever] de;

2. Heye û Tune*



Min ji kaptanê keştiya noqbûyî pirsî

Wî got, ez av im, na, yadaştnameya avê me ez

Ne kêm, hezar sal bihurî di navê re min gotî gotina xwe

Li tanga pêlşikênan, li ber fanosa deryayê.



Wekî peykerekî ku dilebitî disekinî

Wekî peykerekî ku dilebitî û di çêja kêvir de

Di çêja kevirekî de, yê ku ji hev diket

Di çêja kevirekî de, yê ku dibiriya

Peyivî peyivî peyivî.



Wî qala çi kiribû niha pak nayê bîra min

Ya ku tê bîra min

Bersiva min e, ya yek du peyv jê zêdetir.



Edip Cansever

Ji Tirkî: Kawa Nemir



14.11.2013 21:14 | xwelî li ser