Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [elî herîrî] de;

5. Li gora xebatên Seccadî jî Herîrî bi kurmancî nivîsandiye û di sala 1425a de ji dayîk bûye û di sala 1490î de çûye ser dîlovaniya xwe. qanatê kurdo jî di pirtûka xwe yî tarîxa edebiyata kurdî de dibe ku Elî Herîrî kurmanc e.

Lêbelê kamûran bedîrxanê rehmetî di nivîsa bi sernavê fêrbûna xwendina kurdî de nivîsiye giva Elî Herîrî soran bûye. Lê bedirxan qet helbesteke Herîrî, ne bi zaraveyê soranî ne jî bi kurmanciya jorîn di pirtûka xwe de çap nekiriye,nehanîtiye ber çavên xwendevanên xwe.

Her çiqas celadet elî bedirxan û Qanatê Kurdo li kurdistanê helbestên Herîrî bi dest nexistibin jî Kurdnasê alman albert sosin û Kurdnasê sovyetî m.b rudenkov çend helbestên Herîrî weşandine.





Ji xebatên Albert Sosin beşek:

‘’ Ger hûn bibinin nale eşq

Tenê li bom zarî dikin

Her kes bizanêt halê eşq

Bi hîlê dijwarî dikin ‘’

. . . . .

‘’ Mest û şerap kendavê

Êsîr û bendêt vê şeve

Ger wesfê yarê ez bibêm

Hûn terkî hûşyarî dikin ‘’ (9)

Di sala 1972 yan Kurdnasê sovyetî Rudenkov çend helbestên Herîrî weşandiye. Rudenkov van helbestan di nava destnivîsên kurdî yên li pirtûkxaneya saltîkov-Şêdrînê de dîtiye.



Ji Xebatên Rudenkov beşek:

‘’ Baxê ku sed bihar lê

Bilbilê lalezar lê

Ku sed gulê bixar lê

Bilbilî nalanal e ‘’

. . . . .

‘’ Ji hînde bînin taracî

Ji mermeri bînin xeracî

Ji romê bistînin bac e

Ji bo xemla şepal e ‘’ (10)

Di pirtûka xwe ya bi navê Hozanêt Kurd de ku di sala 1980’yî deli bexdayê çap bûye, sadiq behadîn Amediyê çend helbestên Herîrî çap kiriye.

Ji xebatin Sadiq Behadîn jî beşek:



‘’Şema şebistanê ev e

Werda gulistanê ev e

Sirî tebistanê ev e

Şoxa Herîrî dilgeş e’’

. . . . .

‘’Mehweş ku westan sef bi sef

Ew hate der Misrî de kef

Wan got: ‘’ E’liyo latxef

Mi bi mirdin qewî xoş e’’



15.09.2014 12:38 | xwelî li ser

4. Kurdnasê ji Ûris, alexander jaba, di pirtûka xwe ya bi navê ‘ Recuil de notices et recits kurdesê ‘ de nivîsiye: ‘’ Helbestkarê kurdan ê pêşîn, Elî Herîrî bûye. Ew li gundê Herîrê, nehiyeya Şemzînan, sinceqa Hekariyê, sala 400’ê Hîcrê(sala 1009-1010) ji dayîk bûye û sala 470’hîcrê(1078) çûye rehmetê û hem ali wê dere jî hatiye veşartin’’ . Jaba nivîsiye, ‘’ Dîwaneke Elî Herîrî ya helbestan û beytan li kurdistanê meşûr û merûf e.’’ Prof.qanatê kurdo ji bo destxistina vê dîwana helbestan û beytan dibe: ‘’ Sed caran heyf û mixabin, ku heta niha ez hay jê nîn im dîwana wî li kê derê ye, li cem kê ye û li kîjan ciyî destnivîsa wî bi dest dikeve.



15.09.2014 12:29 | xwelî li ser

3. celadet elî bedirxan li ser Herîrî wiha nivîsiye: ‘’Di nav şaîrên kurdmanc de yên ko piştî îslamiyetê rabûne û bi kurdmancî nivîsandine; ê pêşîn Elî Herîrî ye. (Xwedê rehmeta xwe lê erzan bike û heke di ser bihuştê re,bihuşteke din,bihuşteke bijarte heye cih û meqamê wî tê de çeke.) Li gora ko me bihîstiye gundê wî Herîr, di welatê soran de ye û Elî bi xwe sorî ye. Lê melayê jaba dibêje ko herîr di welatê şemdînan de ye. ‘’



15.09.2014 12:26 | xwelî li ser

2. helbesteke wî:



têt



dilê mehzûn kefaret bêt ke êm şeb taze mihman têt

be mizgînî beşaret bit ke mîhman canê canan têt

ke mîhman canê canane le ser cavê me mihmane

be mala cumleê xane ke şahê cumleê xan têt

were ey şahidê şêrîn ji eşqa te dil êxsîrin

be can menzilgehê mîrin telebkarî ke sultan têt

telebkarin dil araîm medîm yarin bû yî şaîm

le bejna ‘er’erin daîm sîyeh mar lê be colan têt

sîyeh maran kire seyran le cotê şubhetê cîran

ku xas û ‘am bibûn heyran le cîran ‘enber efşan têt

du zulfên ‘enber efşan in du le’lên şekeristanin

‘eqîq û durr û mercan in le hewzan abê heywan têt

‘ecêb bir ke mirarî tê le sedde qewsê tarî tê

sîyeh pencên xumarî tê ji mexmûran du eslan têt

ji mexmûran tu mexmûrî be cî hişt ‘eqreba jûrî

tewafa beytê me’murî le burcan xûn be sîran têt

‘eqarib hat û bê hed hat le wê burca zeberced hat

vebala qewsê eswed hat le tilbey mahî taban têt

le heyva kewçêrîn kamil ve ehlan ra nehiştin dil

û cumle da sefên sunbul le hinda vê gulîstan têt

gulîstana xuda riste le çar etraf dilan xuste

binefş û nêrgiza mest e cinisrê le’l û reyhan têt

reyahîn sosin û werdin le şêx elîyê xerîb ferd in

weristê ehmer û zerdin herû sed car bi efxan têt

ji efxanan nemayim têr du’a goyê te ez bê vir

bebête şer du esleh dîr ‘heta vî qasidî can tê

bebîne rû şemalînê were hindavî balînê

ji dest ahan û nalînê çe reng feryad ji esman têt

be feryad û be hewar e ji dest ahan min ew kare

me lazim bendeê jar e ji seyyidî çe ferman têt

seyyidî heq nezer vêra di îqlîman ilim gêra

qitara gewheran vêra ji nêv kana bedexşan têt



elî herîrî



12.09.2014 12:50 | xwelî li ser

1. Elî Herîrî (anku, 'Elî Herîrî an jî E'lî Herîrî (1009/10-1077/78) nivîskarekî klasîk ê kurd e. Li gor rojhilatnas û kurdologê rus alexander jaba Elî Herîrî di sala 400'î ya koçî (1009/1010'ê zayînê) de li gundê Herîrê ku girêdayî Şemdînanê ji dayik bûye. Li gor Jaba Elî Herîrî yek ji kevintirîn helbestvanên kurdî ye. Elî Herîrî bêgoman yek ji helbestvanên pêşî yê kurmancî ye. Dîsa li gor heman jêderê Elî Herîrî di sala 470'yî ya hicrî de (ku teqabilî 1070'yê zayînî dike) rehma xwedê kiriye.



Dîsa wisa diyar e ku lêkolînên rojhilatnasa ferensewî joyce blau tekûztir in. Li gor Alexander Jaba Elî Herîrî sala 1425'an ji dayik bûye û sala 1495'an jî çûye ser dilovaniya xwe. Dîwana wî li Kurdistanê tê nasîn. Hinek helbestên Elî Herîrî ji aliyê rojhilatnasê almanalbert sosin û rojhilatnasê sovyetî m.b. rudenko ve hatin weşandin.



06.12.2013 22:16 | xwelî li ser