Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nalî şarezûrî] de;

2. Ji şahirên Soran e. Dîwana wî di sala 1931ê de li Bexdayê çap bûye û yên ko dîwan dane çap kirin biserhatiya Nalî jî tê de gotine. Jê dixuye ko Nalî leqeba şahir e navê wî Mela Xidir e, bavê wî Ehmed Şawês e. Nalî di sala 1215ê hicrî de, li Şarezorê, ji diya xwe bûye. Di sala 1255an de çûye Stenbolê û heta dawiya emrê xwe li Stenbolê ma û di sala 1273an de emirê Xwedê kir. Li Stenbolê di gornistana Eba - eyûbê - ensarî de veşartî ye.



16.09.2014 19:05 | xwelî li ser

1. Helbestvan, Wergêr, Zimanzan Û MatematîkzanekÎ kurd bÛ.



Navê rastî:Mela Xidirê Ehmedê Şaweysê Mîkayîlî, Navê helbestvanê kurd Nalî Şarezûrî yê resen, Xidir e. Nalî Şarezûrî, lawê Ehmedê Şaweysê Mîkayîlî ye. Li ser sala jidayîkbûna Nalî dîtinên cihêreng hene. Dîroknasê kurd mihemed emîn zekî beg di pirtûka xwe ya bi navê “kurtey mêjûyî kurd û kurdistan” rûpelê 358'an de, wiha dinivîse: “Nalî di sala 1801'ê de li gundê xakxolê ji dayîk bûye û sala 1857'an koça dawî kiriye. Mamoste eladîn secadî, di pirtûka xwe ya bi navê “mêjûya edebî kurdî” de wiha dibêje: “Nalî di sala 1802'an de ji dayîk bûye û di sala 1859'an de çûye ser dilovaniya xwe.” Mamoste dr.marûf xeznedar jî di destpêka dîwana nalî de wiha dinivîse: “Nalî di sala 1805'an de hatiye cîhanê û di sala 1859'an de, koça dawî kiriye.” Mamoste mihemed mele kerîm di pirtûka bi navê “le pênawî nalî” de, dibêje: “Ewên ku serpêhatiya Nalî nivîsîne, ti çavkanî ji bo dîrokê diyar nekirine. Kesek tine ku bibêje Nalî di vê salê de hatiye cîhanê. Tenê tişta diyar ev e ku Nalî, Mîkayîlî bûye û lawê çandînerekî Şarezûrî bûye. Ji ber ku li Şarezûrê kesekî xwende tinebûye, êdî kê dê rojbûna Nalî binivîsanda? Her wiha roja mirina wî jî.” Mamoste mesûd mihemed di gotareke bi navê “Çepkêyek le gulzarî nalî” de wiha dibêje: “hacî mele evdileyê celîzade vegotiye ku wî di sala 1871'an de Nalî li mekeyê dîtiye û gelekî pîr bûye. Xuya bû ku wî çaxî heştê salî hebû.” Li gor belgeyeke din ku ketî destê me, Nalî sala 1798'an jidayîk bûye û sala 1878'an koça xwe ya dawî kiriye. Li gor vê belgeyê Nalî di heştê saliya xwe de çûye ser dilovaniya xwe. Di gelek helbestên wî de jî xuya dike ku ew gelekî pîr bûye, her wiha ev salên dawî ku me li jor anîn zimên nêzîktirî rastiyê ne.



17.04.2014 17:07 ~2015.04.11 19:56 | xwelî li ser