Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kelha hewrexê] de;

2. mîr bedirxan di sala 1842an de li hember dewleta osmanî serî hilda. çend caran osmaniyan bi mîr re şer kiri. lê nekarîn û têk çûn. îcar osmaniyan berê xwe dan dek û dolaban. di demek mîr bedirxan paytexta serhildanê cizîr teslîmî biraziyê xwe êzdînşêr kirî osmanî hatin û bi biraziyê mîr re lev hatin, di encama vê levhatinê de cizîr yanî paytexta mîrîtiyê ket bin destê osmaniyan. mîr bedirxan jî piştî bihîstina vê rewşê xwe da kelha hewrexê û li wir kete rewşa xweparastinê. di nava kelhê de şer bi mehan dewam kir, dawiya dawî mîr fêm kir ku xilasî nîn e û bi şertekî teslîm bû, şerta wî ew bû ku wê osmanî ji gel tu kesî nekujin û zirarê nedin tu kesî. û keleha hewrexê jî ket. piştî wê mîr bedirxan û malbata wî ji welatê xwe hatin derxistin, mişextî bûn. û paytext mîrîtiyê jî ji insanan hate valakirin û hefteyekî sax dewleta osmanî cizîr da ber topan. û keleh û sûrên cizîrê xirîxopan bûn.



21.07.2014 16:44 | xendekî