Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [anaksîmenes] de;

2. yek fîlozofên ewil e.

thales gotibû bûjena bingehîn av e - şênber
anaksîmandros gotibû apeiron (tişta bêsînor) - razber
anaksîmenes jî dibêje "hewa" ye. Xwendekarê anasîmandros e lê dîsa jî li dijî mamosteyê xwe ewî jî wek thales li ser bûjeneka şênber fîlozofîya xwe ava kiriye.

du feydeyên wî ji bo fîlozofîyê çêbûne.
ya ewil, anaksîmenes cara ewil behsa ruh/giyan kiriye. ruh weka hewayê dîtîye, ji ber ku ruh laşê mirov birêkûpêk dike, nahêle belav bibe, pevve digre û nahêle laş bibe bûjenek ne-zindî! ji ber vê ruh bûjeneka balkêş û bibandor e. bi van nêrînên wî yên li ser ruh re, têgeha ruh pêşdetir mirov dibîne ku girîngîya xwe dîtîye.
ya duyem jî, anaksîmenes behsa guherîna di bûjenan de kiriye. bûjen yanî made xwe diguherin: hewa (ku li gor wî bûjena bingehîn e) li gor tîrbûn û sistbûna xwe hebûnên wek agir, ba, ewr, ax pêk tîne. bi van pirs û vegotinên xwe anaksîmenes bal kişandiye ser guherîna bûjenê û hebûnê.



09.05.2017 16:07 | xendekî