Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ferhenga şikestî] de;

149. nivîskarê tirşikê yê spehî, du roja carekî esseh diçe roj cafeyê. û xweyheq e, tu bê derîyê çîyê cihê herî maqûl û xweş roj cafe ye.



07.04.2017 19:15 ~19:16 | xendekî

148. ew jî li hespê rêzimanê siwar bûye û xwe berde çola kurdî. destê wî terr bin.



02.02.2017 13:25 | xendekî

143. ser xêrê îşev zewicî, niha hê jî dawet didome. wek li jor hatî gotin em pênç şeş niviskarên tirşikê li dawetê amade bûn.



dawet li eywana zewacê ya pirlanta, li eywana duyem pêk hat. ji ber ku ez hinekî zû çûm, qederekî, yanî gelekî * ewqasî li ber deriyê têketinê sekinîm. paşiyê darînê daryo hat, ew û bavê xwe pevre hatibûn ji bismilê, pê ereba xwe; em pevre li ser maseyekî rûniştin. dawet lê dida, cara ewil ez û darînê daryo pevre rabûn qederekî delîlo! reqisîn, paşê hat bîra min ku azad30 di rê de ye, ez vegeriyam ber derî, hatibû, rûniştibû; em hinekî rûniştin hersê, piştî axaftineke kurt em dîsa rabûn delîlo! reqisîn. paşê brusk56 û gelawej jî bi dorê hatin, em ba hev rûniştin; paşê em her pênç pevre rabûn delîlo! reqisîn.



ferhengo jî feqîro carna bi darê zorê carna ew û xwe diket nava dîlanê, delîlo(!) carna jî tenê tenê direqisî; kelecana wî li lingê wî dida; dîsa xweşik bû, pêşiya pora wî dîsa berbijor rast bibû, çav kildayî, bedil lê rûniştibû! ji xweşikiya wî dor negiha bûkê, min nekarî çavdêriya wê bikim!



omer faruq baranê sirûcî jî li wir bû, ew û çend hevalên wî bûn, ji dûr ve me silavek da hev, çend cara reqisî, dema xelatdayînê xelata xwe da û hat xatir xwest û çû, çû, çû û çû. lê dema stranbêj digot "apo apo apo, apê me kurda, serok û rêber birêz ocalan" devê ji kena ki guhê wî diket * heke min nezaniya ku ew talabanîcî ye min ê bigota ev camêr apocîyekê esîl e.



kola, çerez (fişteq, behîv, fisteqê binerdê) û dawiyê jî paste hat; min û xwe têr xwar.



axirê eywan hêdî hêdî vala dibû, darînê daryo divê vegeriyana bismilê, em yên mayî jî (brusk56 û gelawej hinekê din zutir derketin) pevre rabûn, me xatir ji ferhenga şikestî xwest û careke din gotiyê ser xêrê be, û em belav bûn.



24.09.2016 23:03 | xendekî

124. li gor gotina wî gelek projeyên wî yên xweş hebûn ji bo tirşikê, lê me ew proje hê jî nedîtine?

ji bilî vêya jêr:

(bnr: tabloyên ressamên herî navdar ên dîrokê)



28.03.2016 15:36 | xendekî

118. (bnr: min ê bigota) *

camêr keçikek eyar kiriye *, keyf keyfa wî ye.



25.11.2015 00:16 | xendekî

115. camêr e camêr lê bi vê peyama xwe sergijik/79277 sola elegez ê ji ser taqê re avêtiye û cihê elegezê daye sergijikê. Êdî dema elegez hat bila ew vê peyamê bibîne *



11.11.2015 01:47 | xendekî

91. tirşikvanê seksî yê çavên xwe kil dike, niha jî dixwaze guharî bixe guhê xwe de. law hêdî hêdî *



19.07.2015 18:14 | xendekî

67. kuro ma ev kurdê reş dikare dev ji vir berde heyranoo.



03.03.2015 20:39 | xendekî

59. (bnr: brûtûs ma tu jî)

Law ka ku ve diçî. Ê ka tu jî biçî ez ê bi kî re bikevim pêşbaziyê.



01.03.2015 22:08 | xendekî

57. Nivîskarê tirşikê yê rûken, dilken, nûsken e. Jîr e, jêhatî ye û nobedar e. van rojan jî bi min re rikdar e. Dibêje illeh çima tu didî pêşiya min, Camêro diheside *



26.02.2015 21:46 | xendekî