Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mizgîn ey şehîd] de;

2. Strana ku gotinên wê halê ne:



Mizgîn, ey şehîd roja me helat

Bere xwîna te azadî xelat

Dagirker nema şadî bo me hat

Ken û bişkuvîn dagirtî welat



Rabe ji xewê çavê xwe veke

Ji nava gorê serê xwe rake

Cîhan bihar e, li dor xwe mêze'ke

Mizgîn me anî, xwe xembar neke



Ev çepera te baxçê gulan e

Li dor gora te şahî û dîlan e

Qîz û xortan te li hev civiyane

Alaya rengîn bilind hildane



Me her li bîr e, şer û cenga te

Mûzîk û stranên tivinga te

Dijmin xwe negirt li ber singa te

Xayîn direvin ji ber dengê te



Ji bo helbestan (bnr: asoya helbesta kurdî)



30.11.2014 16:39 | xendekî