Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [muhsîn ozdemîr] de;

2. Wergêrê ev helbesta ha ji farisî wergerandî:



Tirsa Min



Ez ji şevên tarî yên bê heyv ditirsim

ne ji şêr û pilingan, ji van hemû roviyan ditirsim



ji bo min di şerê rû bi rû de rev nîne

lê ji dostên ava bin kayê ditirsim



Ez ji sedan dijminê bê ol natirsim

lê ji zahidê bêaqil û bêagah ditirsim



sîmîn behbehanî

Wergera ji farsî: Muhsîn Ozdemîr



14.01.2015 13:32 | xendekî

1. Wergêrekê kurd e. Ji botanê ye. Temenê xwe yê ciwantiyê di rêya serfiraziya axa Kurdistanê de xerc kiriye. Ew bixwe kurmanc e, ji ber wê kurmancîyeke wî ya reş heye. Di gel wê li başûr maye ji ber wê soranîya wî jî xurt e. Di gel wê li rojhilatê welat jî maye ji ber wê li wir farisî hîn bûye. Heta ji niha ji soranî û farisî bo kurmancî gelek werger kirine. Wek mînak:



(bnr: ji başûr barana helbestê) - Şêrko bêkes, ji soranî

(bnr: dengvedana lingê avê) - sohrap sepehrî, ji farisî

(bnr: hemû helbest) - furûx furuxzad, ji farisî

(bnr: bûmê kor) - sadiq hidayet, ji farisî



Wek din wer xuya dike ku niha helbestên qralîçeya helbesta kurdî mestûre erdelanî dike Kurmancî.

Ji xeynî wê li ser mamoste hêmin berhema şanoyî dayka niştiman dixebite.



17.12.2014 00:32 | xendekî