Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [google play store] de;

1. Navê marketa an jî dikana bernameyên telefonan e. Çi bernameyên telefonan hebin hemû li ser vê tên bazarkirin. Helbet ev dikana androîdê ye. Herkes dikare bernameyan çêke û li ser vê marketê bifiroşe. Hinek ji wan mirov pê pera/dirava distîne hinek ji wan jî belaş in. Gava belaş bin ew jî bi reklaman qezenc dikin. Mixabin kurdî ji ber ku ne zimanê telefonan e ji ber wê ev market jî wek gelek bernameyan ne bi kurdî ne. Lê vê paşiyê bernameyên Kurdî yên xweş hatine amadekirin. Bernameyên telefona min ev in:



Yên kurdî:

-ferhenga kurdî ji aliyê burhan erdînç ve hatiye çêkirin, ji ferhenga zana farqînî amade kiriye. Di beşa kurdî-tirkî 131.277 peyv hene. Di beşa tirkî-kurdî de jî 46.000 peyv hene. Ferhenga herî berfireha a kurdî ya li ser internetê ye.

-wîkîferheng

-nûçexane

-egerin nûçe

-tvkurd

-vikipedi navê wîkîpediya tirkî ye lê di mîhengên/eyarên bernameyê de hûn dikarin zimanê wê bikin kurdî û wîkîpediyaya kurdî.



Yên bi zimanê biyanî:

-whatsapp

-rêveberiya rûpelan

-viber

-cymera

-clean master

-cia

-türkçe sözlük

-english turkish dictionary

-vîva vîdeo

-wordpress

-battery doctor

-color splash effect

-klawuza hînbûna zimên

-mx player

-duolîngo

-looney tunes dash! Ev lîstikek e.



23.01.2015 12:11 | xendekî