Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [22.03.2015 duyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê] de;

57. civîna ku bi beşdariya malbata 56'yan pêk hat, çar bira: simurg56, brusk56, feqiyê teyran, azadixwaz. çar kedkarên kurdî û çar bijişkên kurd *

civîna ku endazer lê dereng ma, seet 12:00'ê nîvro de şiyar bûye, qederî nîv seetî dereng hat. endazerî ji bo tirşikê go: tirşik zaroka min e. min jî li ser vê jê pirsî ka tu yê dîsa binivîsî, lê bersiveke nediyar da. *

nan û av gundiyê min, mamosteyê olê, seydayê 'emayê yê endazer, ji ber civîna wî ya li dibistanê giha dawiya civînê.

mervan roni jî xebera wî ji civînê çênebûbû, me li derve li ser linga dît, me pê re wêneyek kişand û hew *

gelekên ku gotibûn em ê werin lê nehatin, law ma ne eyb e ji we re heee *, ka vêca xwerexneya xwe bidin hevalno *



hin wêneyên civînê:

Here lînkê



endazer û simurg56:

Here lînkê



Here lînkê



nan û av, xendekî, brusk56:

Here lînkê



22.03.2015 19:12 ~19:17 | xendekî

56. civîna ku pir xweş derbas bû, di tehma cîger û keşhan(keşan)ê de bi germiya tiliyên li ser klavyeyan derbas bû. sê seetan dewam kir, yên tevlî civînê bûyîn ev bûn:

xendekî, simurg56, brusk56, feqiyê teyran, azadixwaz, endazer, nan û av, mervan roni

em li ser gelek nivîskaran (nivîskarên dixwestin werin lê nekarîn werin, nivîskarên dikarîn werin lê nehatin, nivîskarên gotibûn em ê werin lê nehatin), li ser dijberiyan-rikberiyan, heqaretan, terikandinan, şer û pevçûnan, vegera xeydokan, nivîskarên veşartî, rexne û rexegirtin û rexneqebûlkirina kurdan û tirşikvanan, li ser formata tirşikê, sîstema nû, li ser rewşa kurdî ya li gund û bajaran, li ser geşkirina tirşikê ya bi rêya rêklam û danasînê û li ser xendek û xendekan axivîn.



22.03.2015 19:01 ~19:02 | xendekî

45. Civîna ku ez ê jî sibî bi kameraya xwe ya bi navê canon eos 100dyê tevlî bibim. *



22.03.2015 00:23 | xendekî

32. Li gor peyaman yên ku esehî tevlî dibin:



(bnr: xendekî) yanî ez.

(bnr: brusk56)

(bnr: simurg56) jixwe ev bivênevê ne.

(bnr: pîlerka pîr)

(bnr: azadixwaz)

(bnr: quşxaneli)

(bnr: gulan)

(bnr: endazer) şert û merc avêtine meydanê lê wê bê *

(bnr: vêca çiyeeee)



Yên ji ber aboriyê nikarin tevlî bibin û ji tirşik company bilêt dixwazin:

(bnr: mergehezo nançû)

(bnr: xeteraqirêj)



Yên ji ber eskeriyê nikarin werin:

(bnr: ceso)



Yên dewletê dest danî ser wan û ji ber peywiran û nobetan nikarin werin:

(bnr: ferhenga şikestî) *



Yên din? Wek din kî heye, ka xwe diyar bikin?



19.03.2015 12:07 | xendekî

14. Civîna ku 22'yê be baş e. Ez jixwe li vir im amade me. *



14.03.2015 18:30 | xendekî

9. Civîna ku jê re amade ne lê rêveberî ne amade ye an ?



11.03.2015 21:43 ~21:45 | xendekî

2. Heke ciger ji kîs brusk56 be wê gelek xweş be *



06.02.2015 09:41 | xendekî